Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî: Exxon Mobil bi girêbestan ve girêdayî ye

Nêçîrvan Barzanî: Exxon Mobil bi girêbestan ve girêdayî ye

24 Ocak 2013 Perşembe 18:58
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku şîrketa petrolê ya Exxon Mobil pêbendiya xwe bi girêbestên bi Herêma Kurdistanê re nîşan daye.

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna îro ya bi wezîrê derve yê Bulgaristanê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê li bara girêbestên şîrketa Exxon Mobil bi Herêma Kurdistanê de got: “Di civîna serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi rayedarên şîrketa Exxon Mobil de şîrketê pêbendiya xwe bi girêbestên bi Kurdistanê re nîşan daye.”

Serokê Herêma Kurrdistanê, Mesûd Barzanî îro (24.01.2013) li Swîsre bi cîgirê serokê şîrketa Chevron re civiyabû.

Barzanî pêr (22.01.2013) jî bi serokê encumena rêveberiya şîrketa Exxon Mobil re civiyabû.

Hikûmeta Iraqê dijî îmzekirina girêbestên şîrketên biyanî yên petrolê bi Herêma Kurdristanê re ye ji ber ku li gorî Bexdayê girêbestên han “neqanûnî” ne. (Rûdaw)

Diğer Haberler