Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî: Ezê li Almanya bi Talebanî re hevdîtin bikim

Nêçîrvan Barzanî: Ezê li Almanya bi Talebanî re hevdîtin bikim

09 Ağustos 2012 Perşembe 08:05
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, diyar kir, bo gotûbêjkirina alozî û nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de dê digel serokomarê Iraqê, Celal Talebanî hevdîtin pêk bîne.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê, di civîneke çapemeniyê de li bara pêşhatên herêm û Iraqê axivî.

Barzanî, li bara têkiliyên PDK û YNK de got, tiştekî normal e ku nêrînên PDK û YNK li ser hinek tiştan cuda be lê di pirs û bûyerên neteweyî û çarenûsî de, helwesta her du partiyan yek e û da zanîn, dê di heyama du rojên bê de bo gotûbêja rewşa dawî, dê li Almanya bi serokomar Celal Talebanî re hevdîtin pêk bîne.

Seorkwezîrê Herêma Kurdistanê, li bara livandina artêşa Iraqê de jî got, livandina hêz, çi pêşmerge û çi artêşa Iraqê divê li gorî qanûnê bê kirin û her du alî ji hev agahdar bin. Heta niha me ev yek cî bi cî kiriye lê hatina hêzên Iraqê (bo devera sînorî ya Zûmar), ev mekanîzm binpê kir, ji ber ku diviya beriya hatinê agahdarî hatiba kirin.

Nêçîrvan Barzanî, wiha domand, “Heke pêwîstiya me bi artêşa Iraqê hebe wê demê dikare bilive lê vê carê tu hêcetek bo livandinê nebû. Helbet arîşe ber bi çareseriyê ve diçe û hêzên han vedigerin cihên xwe yên berê. Ez vê arîşeyê, wek arîşeyekî bi Bexdayê re nabînim.”

Barzanî, li bara nakokiyên herêm û Iraqê li ser şandina petrolê bo derve de jî got, siyaseta Bexdayê, çîrokek kevn e, ji ber ku ya baş ew e ku Bexda bi herêmê re rûnê û van arîşeyan çareser bike. Rêya rast ew nîne ku Bexda şîrketên petrolê bixe lîsteya reş, ra rast ew e ku em bi hev re rnûnên û li ser van nakokiyan gotûbêj bikin. Ez hêvîdar im, bi şandina petrolê ji aliyê me ve, Bexda jî xerc û diravê şîrketên ku li herêmê kar kirine, bide.

Serokwezîr Nêçrîvan Barzanî, li bara dahata firotina petrolê de jî got, yek dînar dahata firotina petrolê wenda nabe û hemû jî tê dîtin. Wezîrê jêderên sirûştî gotiye, heke girêbest bi dawî bibe dê 4 milyar dolar dahat bikeve destê hikûmetê lê ev pere nakeve nav bûdceyê ji ber ku heke bikeve nav bûdceyê hikûmeta Iraqê dê bûdceya herêmê kêm bike.

Li bara destûra herêmê de, Barzanî, diyar kir, li gorî me divê hewl bê dayîn hemû aliyên civak û partiyên siyasî li ser destûrê li hev bikin, ji ber ku destûr bi kesekî yan bi partiyekê nayê dariştin. Em wek hikûmet, tu tiştek bo wergirtina têbînî li ser destûrê xeta sor nîne, ji ber ku bo dewlemendkirinê ye.

Barzanî, li bara nerazîbûna Bexdayê ji serdana wezîrê derve yê Tirkiyê bo Kekrûkê jî got, nerazîbûna Bexdayê ji vê yekê bêhêcet e û siyasî ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê tu pîvan û protokoleke dîplomatîk ya navdewletî binpê nekiriye.(AKnews)

Diğer Haberler