Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî ligel Erdogan civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel Erdogan civiya

17 Kasım 2012 Cumartesi 11:51
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya.

Duh (16.11.12) danê êvarî di çarçoveya tevlîbûna konferansa enerjî û aboriyê ya Atlantîk, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan civiya.

Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de, behsa kurkirina peywendiyên dûalî yên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de, bi taybet jî di warê aborî û enerjiyê de hat kirin. Herwiha behsa çawaniya xurtkirin, xurtkirina peywendiyên aborî û zêdekirina asta veguhestina bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Tayîp Erdogan tekez li ser hevkarî, hemahengî û berfirehkirina asankariyên zêdetir ên navbera aliyên têkildar ên Herêma Kurdistan û Tirkiye, çareserkirina pirsgirêkên dibin sedema astengkirina li ber firehkirina çalakiyên aborî û bazirganiyê yên navbera herdu aliyan de hat kirin.

Di beşekî din a civîna navbera herdu serokwezîran de, rewşa siyasî ya navçeyê, texmînî, araste, eger bûyer û pêşhate hatin  nirxandin. Herdu aliyan li ser pêwîstiya parastina aramiya li navçeyê axivîn.

Rewşa siyasî, siberoja proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên navbera Iraq û Tirkiye mijarekî din a navbera serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de bû.  

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda ligel li ser daxwaza fermî ya civata Atlantîk serdana Tirkiyê kirin. 4. Konfernasa enerjî û aborî ya civata Atlantîk pêncşemê dest pê kir û duh bi dawî bû.(Rûdaw/KRG)

Diğer Haberler