Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Berzanî: Em Ji Bo Çareseriyê Amade ne

Nêçîrvan Berzanî: Em Ji Bo Çareseriyê Amade ne

16 Ağustos 2010 Pazartesi 06:35
Nêçîrvan Berzanî diyar kir ku "agirbesta yekalî ya PKKê biryareke di cihê xwe de ye" û got, "pêngaveke erênî û ciyê kêfxweşiyê ye."
Nêçîrvan Berzanî: Em ji bo piştgiriya çareseriyê amade ne

Derbarê ragihandina agirbesta yekalî ya PKK'ê de, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî diyar kir ku "agirbesta yekalî ya PKKê biryareke di cihê xwe de ye" û got, "pêngaveke erênî û ciyê kêfxweşiyê ye."

Li gorî daxuyaniya ku Nêçîrvan Berzanî daye Rûdawê, Nêçîrvan Berzanî aniye ziman ku ezmûna şer îspat kiriye ku pirs bi şer û tundiyê çareser nabe û tenê rê û rêbazên siyasî û aştiyane dikarin pirsa kurd li Tirkiyê çareser bikin.

Nêçîrvan Berzanî wiha axivî: ''Hêviya me ew e wek derfeteke nû ya aştiyê danûstandin ligel vê agirbestê bê kirin, agirbest yekcarî û dûalî be û êdî şer û kuştin neqewimin. Her wiha hêviya me ew e ku zemînek çêbe ku şer rû nede, hewlên çareseriya aştiyane bi hemû awayan û ji hemû aliyan ve bên bihêzkirin û her hewldaneke aştiyane ya li Tirkiyeyê pozîtîf dinirxînin.''

Cîgirê Serokê PDK'ê amadebûna serkirdayetiya siyasî ya kurd a li Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirina pêngav û riyên aştîxwazane, vegot û wiha qedand: "Em jî li Herêma Kurdistanê amade ne ku ji bo hemû çareseriyên aştiyane hevkarî û piştgiriya hemû hewldanan bikin û rolê xwe ji bo aştî û derneketina şer û tundiyê bigerînin.''

AKnews

Diğer Haberler