Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Niqaşa Kurmancî û Zazakî Gur Dibe

Niqaşa Kurmancî û Zazakî Gur Dibe

24 Aralık 2012 Pazartesi 09:33
Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlîgê, Nusrettîn Bolelî, got Zaza û Kurmanc ji hev fêm nakin, ji ber vê yekê zazakî zimanekî din e û ti eleqeya wê bi kurdî tine ye.

Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlîgê, Nusrettîn Bolelî, got Zaza û Kurmanc ji hev fêm nakin, ji ber vê yekê zazakî zimanekî din e û ti eleqeya wê bi kurdî tine ye. Nivîskar Roşan Lezgîn jî akademîsyenên Çewlîgê bi nezanîna ziman tewanbar kir û got li Zanîngeha Çewlîgê “Zaza û Kurmanc” weke polîtîkayeke dewletê ji hev têne dûrxistin.

Ev demeke dirêj e hin derdor li ser xeta Çewlîg-Dêrsimê zazakî weke zimaneke din derdixin pêş û dibêjin ti eleqeya zazakî bi kurmancî tine ye û zazakî ne şêwezara kurdî ye. Herî dawî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê, Omer Dînçer, zazakî weke zimanekî cuda bi nav kir û got ewê sala din di dibistanan de zazakî weke zimanekî din hîn bikin. Vê axaftinê nîqaşa li ser zazakî gurtir kir.

‘Dixwazin di nava Kurdan de kaosa nasnameyê derxin’

Aktîvîstê Grûba Vateyê û nivîskar Roşan Lezgîn got dewlet dixwaze di bin banê Zanîngeha Çewlîgê de Zaza û Kurmancan ji hev cuda bike û wiha axivî: “Dixwazin travmayeke nasnameyê derxin. Di sala 1930î de raporên Îsmet Înonu hene. Dibêje emê di nava xeta Dêrsim, Meletî, Xarpêt, Çewlîg, Mûşê heta bigihije Bedlîsê de şûrekî di nava dilê Kurdistanê de bikişînin û miletê kurd ji hev bikin.” Lezgîn got ti eleqeya akademîsyenên Zanîngeha Çewlîgê bi ziman re tine ye û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ew akademîsyenên ku di Zanîngeha Çewlîgê de dixebitin, çi eleqeya wan bi ziman heye? Wan akademîsyenên Çewlîgê heta niha çend pirtûkên gramerê nivîsandine? Li ser ziman çi xebata wan heye? Ev meseleyeke siyasî ye. Kurd divê bi temamî li ser hesas bin, reaksiyona xwe nîşan bidin.”

‘Çima parlamenterên BDPê bêdeng in?’

Lezgîn bal kişand ku digel di nava BDPê de 7 parlementerên ku zazakî dizanin hene jî, lê wan parlementeran heta niha derbarê vê polîtîkayê de deng dernexistine. Lezgîn destnîşan kir ku di nava 15 salên dawî de Kurmancan şêwezarê xwe weke kurdî bi nav kir û wiha berdewam kir: “Li vir xeletiyeke mezin a Kurmancan heye. Di termonolojiyê de, di nûçeyan de, cemaetê de, sohbetê de, dema dibêjî kurdî û qesta te kurmancî be, wê çaxê Kurdên Zaza dibêjin ‘Wî, qey ez ne Kurd im?’. Ev dibe weke zemîn û dikeve serê milet. Ev polîtîkayeke perçekirinêye.”

‘Me ji 100 Kurdan pirsî, 15 peyvên zazakî nezanîn’

Midûrê Enstîtuya Zimanên Dijîn a Zanîngeha Çewlîgê, Nusrettîn Bolelî, jî bi tundî li dijî gotinên Roşan Lezgîn nerazîbûn nîşan da. Bolelî berevajî Grûba Vateyê got ti eleqeya zazakî bi kurmancî tine ye û her yek zimanekî cuda ye. Bolelî diyar kir ku zazakî ne şêwezareke kurdî ye û ev tişt gotin: “Ez bi xwe kurdî baş dizanim. Hevjîna min Zaza ye. Di zazakî de li pey hemû peyvan nêrbûn û mêbûn heye. Lê ev taybetî di kurdî de tine ye. Di zazakî de dibêjin ‘Sima senîn?’, di kurdî de dibêjin ‘Tu çawa dikî?’ Ma ev herdu tişt eynî ne? Gellek peyv û gotinên cuda hene. Em li ser zazakî sempozyûman çêdikin. Di sempozyûma duyemîn de mamosteyekî me yê ji Çewlîgê hebû. Wî 10-15 peyvên zazakî anî û ji 100 kesî wateya wan a kurdî pirsî. Lê ti kesî ji van peyvan fêm nekir û nekarîn bersiv bidin. Eger ev herdu ziman nêzî hev bûna, wê çend peyv fêm bikirana. Li gorî baweriya Zanîngeha Çewlîgê, zazakî zimanekî cuda ye.”

Bolelî Grûba Vateyê bi PKKyîbûn û çepgiriyê sûcdar kir û wiha berdewam kir: “Em ne dewletparêz in. Em bê alî ne, serbixwe ne.” Bolelî pirtûka ku Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê ji bo dersa bijarte ya kurdî derxistibû jî rexne kir û got beşa wê pirtûkê ya zazakî bi temamî xelet hatiye nivîsandin.

rudaw.net

Diğer Haberler