Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
(Nivîs) - 3 Tebax 2010

(Nivîs) - 3 Tebax 2010

03 Ağustos 2010 Salı 17:24
.."Li hêlekê, çêweyê pêvajoya pêş, ji ber çalakiyên terorî, bi rêjeyeke mezin girêdayî însiyatîfa rêxistina terorê ye. Lewre divê em vê jî ji aliyekêve qebûl bikin"..

Însiyatîfa PKK'ê ya zêde dibe (Oral Çalışlar – Radikal)

Oral Çalişlar ku di serê nivîsa xwe de diyar kiriye ku Serfermandar Îlker Başbug di gotara daye Ugur Dundar de gotiye, "Li hêlekê, çêweyê pêvajoya pêş, ji ber çalakiyên terorî, bi rêjeyeke mezin girêdayî însiyatîfa rêxistina terorê ye. Lewre divê em vê jî ji aliyekêve qebûl bikin" û pir li ser vê gotinê nesekinîne, wiha domandiye:

"(…) Di demeke ku Tirkiye bi awayekî cidî bûye kampên cuda de, gelekî xwezayî ye ku PKK ji vê kampbûnê bandorê bigire û bandorê lê bike. PKK jî di vê pêvajoyê hemû de 'rolê xwe' dilîze. Ne zehmet e ku mirov texmîn bike rêveberiya PKK'ê ya li Qendîlê di navbera du rêkan de ye: (1, rêka ber bi derfeta muzakereya siyasî ve 'çekdanîn', 2. em temaşe bikin bibînin.).

(…) Dema 'pêşîvekirin'ê dest pê kir, di nava PKK'ê de beşeke zêde piştgiriyê dida lêgerîna çareseriya bi riya 'muzakereyên siyasî'. Hewayeke hindik a pênebaweriyê hebû lê psîkolojiya 'dê tiştek bibe' jî zemîneke cidî bi dest dixist.

(…) Dîsa ez baş dibînim ku balê bikişînim ser vê yekê ku 'operasyonên KCK'ê' ji hêla kurdan ve ciyê şikestinê bûn. Beşa 'çareseriyê' ya di nava PKK'ê de jî li dû van girtinên zêde vekişiya."

Îsyana mayinê (Derya Sazak – Milliyet)

Derya Sazak ku diyar kiriye Batman yek ji bajarên sereke ye ku siyaseta kurd lê xurt e, nivîsandiye ku nişteciyên Batmanê aciz in ku 'têkoşîna ji bo naskirina nasnameya kurdî û ya li ser mafên siyasî û çandî dîsa ber bi 'qada leşkerî' ve diçin' û wiha domandiye:

"(…) Gotinên Sabri Ozdemir berteka li wê yekê ye ku PKK bi navê 'parastina çalak' zarên xwe jî qetil dike: 'kekê min Salih 30 salan ji bo demokrasiyê têkoşiya. Nirx bi çekan neda. Ji ber ku aştiyê dixwest, ji bo di partiyê de bimîne îradeya wî xwestin. Wî jî neda û vekişiya gund. Diyariya wî bû mayin. Ligel ku PKK dizanibûn gund yê kekê min e, çima mayin lê çand?'

(…) Kemal Burkayê ku ji Neşe Duzela Tarafê re axiviye jî bal kişandiye: 'Kengê pêşketinên demokratîk çêbin qereqolên li ser sînor rastî servegirtinan tên. Hin çalakî hene ku, ne diyar e gelo Ergenekonê, kontrgerîla an jî JÎTEM'ê kiriye ne diyar e... (...) Eger dewleta kûr ku ji şer têr dibe, CHP û MHP nebin asteng, PKK dê çekan berde'.
Cinayeta mayinê ya li Batmanê nîşan dide ku têgeha 'aştiyê' ya razber zirarê dide kurdan jî."

Kê ev komplo kir? (Mehmet Y. Yılmaz - Hürriyet

Mehmet Yilmaz diyar kiriye ku divê li ser hin zanyariyên piştî bûyerên Fortyola Hatayê derketine baş bisekinin û wiha domandiye:

"(…) Eger em rûnin û bixwazin senaryoyeke komployê binivîsin, ev tê wê wateyê ku malzemeyên li ber destê me têrê dikin.
(…) Teqez berevajiyê wê heye.
Eger di serî de ew ev bûyer bi hûrgilî plan kiribe hûn dikarin li dû hevdîtineke wisa otomobîla wî xesp bikin û çi bixwazin dikarin pê bidin kirin, û hûn dikarin balê bikişînin ser aliyekî din ve.
(…) Ji ber vê, divê ev bûyer ji gelek aliyan ve bê lêpirsînkirin."

Kê dê leşkeran rizgar bike? (Mümtaz'er Türköne – Zaman)

Mumtaz Turkone nivîsandiye ku Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay ji bo bûyerên Dortyolê şîroveya wekî, "Bûyer qet ne wekî ji paş ve xuya dikin in" kiriye û wiha domandiye:

"(…) Provokasyona Dortyolê wekî klasîkeke Ergenekonê ku me ji ber kiriye xuya dike. Her wekî êrîşa Daniştayê. Ji bo ku Ergenekon xwe bifilitîne, pêdiviya wê bi pêla terorê heye. Şerê ku PKK'ê dayedestpêkirin û bêyî ku tu têkiliya wê bi doza wan û gelê kurd re hebe dewam dike, wekî sparîşeke Ergenekonê tê şîrovekirin.

(…) Em li duriyaneke xetere ne. Divê ramana ku TSK ji dêvla ewlekariya me saz bike ji ewlekariya me re xetere ye demildest bê serastkirin."

(AKnews Beşa Kurdî – Tirkî)

Diğer Haberler