Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nivîskarên Kurd çûn eydaniya Komel-Kurdê

Nivîskarên Kurd çûn eydaniya Komel-Kurdê

28 Ekim 2012 Pazar 23:47
Bi munasebeta hatina cejna qurbanê/heciyan,

Li Komel-Kurdê eydanî

Bi munasebeta hatina cejna qurbanê/heciyan,

Komeleya Çand û Vekolînî ya Kurdî, Komel-Kurdê di roja çaremîn a cejnê de bernameyeke pîrozkirinê çêkir.

Bernameya pîrozkirina cejnê li navenda komeleyê hate çêkirin û di seet 13.00an de dest pê kir.

Wekî tê zanîn, Komel-Kurd berî niha bi 6 mehan ji hêla hin nivîskar, vekoler û mamosteyên Kurd ve hatibû vekirin.

Berî niha bi 3 heftiyan jî kongreya xwe ya asayî kiribû û rêveberiya xwe ya nû hilbijartibû.

Ji ber ku Komel-Kurd xebat û çalakiyên xwe zêde bi çapemenî, medya û raya giştî re parve nake, pir zêde nayên bihîstin.

Belê xebatên wê yên li ser çand, ziman, edebiyat, dîrok û hunera Kurdî bi bernameyeke têr û tijî berdewam dike.

Di halê hazir de, bi sê zaravayên Kurdî Kurmancî, Dimilî û Soranî xebatên atolyeyê berdewam in. Herwiha semînerên heftane û mehane yên li ser çand, ziman, edebiyat û dîroka Kurdan û Kurdistanê jî berdewam in.

Di ber van xebatan re, cara yekemîn e ku Komel-Kurd bernameya pîrozkirina cejnê çêdike. Di pîrozkirinê de gelek nivîskar, akademisyen, siyasetmedar, dildar û endamên komeleyê amade bûn. Nivîskarên wekî Sabiha Ünlü, Hasan Postacı, Yavuz Delal, İrfan Burulday, Fehim Işık, Yakup Aslan û Fuat Önen û wekî din jî nivîskar û aktivîstê wîjdanê reddê Ali Fikri Işık beşdarî pîrozkirinê bûn.

Di destpêkê de Mihemed Jiyan, li ser navê rêvebiriya Komel-Kurdê xêrhatin li mêvanan da û piştî kurteagahiyeke li ser armanc û hedefên komeleyê cejna beşdaran pîroz kir.

Piştî kurteaxaftina Jiyan, Fuat Önen, Fehim Işık, Ali Fikri Işık û Yavuz Delal jî li ser xebatên komeleyê çend pirs pirsîn. Li ser van pirsan jî, serokê komeleyê Harun Yaşar li ser armancên komeleyê sekinî û qala plan û projeyên xwe yên li ser Kurdî kir... Di pey wê re jî, beşdaran derbarê rewşa Ali Fikri Işık de hin pirs jê kirin û li ser doza wî sohbeteke dirêj çêbû...

Bernameya ku di nav coş û germahiyeke zêde de dest pê kiribû, bi heman germahî û coşê bi dawî hat.

Rêbaz ŞOREŞ / BEROJ

Diğer Haberler