Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nizamettin Ariç bi mey Roboskê bibîr têne

Nizamettin Ariç bi mey Roboskê bibîr têne

28 Temmuz 2012 Cumartesi 01:43
Hunermendê kurd Nizamettin Ariç ragihand ku êşa komkujiya Roboskê di dilê wî de bûye birîn û ev klîb jî berhema wê birînê ye.

Hunermendê kurd Nizamettin Ariç ku nêzîka 30 sal in li Berlînê dijî komkujiya Roboskê bêyî gotinan bi mey û çendîn enstrumanên din, kir vîdeo klîb. Ariç ragihand ku êşa komkujiya Roboskê di dilê wî de bûye birîn û ev klîb jî berhema wê birînê ye.

Roja 24ê Tîrmehê di çendîn malperên înternetê û malperên civaka sosyal de klîbeke 4 deqeyî ya derbarê Roboskê ya ku hunermendê kurd Nizamettin Ariç amade kiriye, hat belvkirin. Di klîbê de dîmenên ji komkujiya Roboskê tên nîsandan û Ariç jî bi dîmenên reş û spî mey lê dixe. Arinc derbarê klîba xwe de ji ûdawê re ragihand ew hevî dike ku Roboskê bibe komkujiya dawî di dîroka Kurdan de û got, “Ji bo ev komkujî bibe ya dawî, kar dikeve ser milê me Kurdan û Tirkan. Ew jî mirovahî ye. Ez hêvî dikim ku êşa komkujiya Roboskê weke ku di dilê me de birîn çêke, di dilê hemû Tirkan de jî çêke û dubare neke.” Ariç bang li rayedaran dike ku komkujiya Roboskê bê ronîkirin û berpirsiyarên wê bên cezakirin û got, “Werin em dilê xwe ji bo sirgûn û komkujiyan na, ji bo helbest, muzîk, roman û fîlman vekin û em di wê cografyaya rind de bihev re di nava aştiyê de bijîn. ” 

Rûdaw

Diğer Haberler