Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nûray Mert: Me stratejiya nû ya AKP’ê dît!

Nûray Mert: Me stratejiya nû ya AKP’ê dît!

25 Mart 2012 Pazar 16:44
Dadgeha Tirk ji bo mehekê biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê da. Nivîskar û rojnamevan Nûray Mert mijarê ji ANF’ê re nirxand.

Stenbol - Dadgeha Tirk ji bo mehekê biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê da. Nivîskar û rojnamevan Nûray Mert mijarê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku ev biryar ne biryareke hiqûqî ye, ev biryar têkildarê têkoşîna Kurdan a ku her ku diçe xurtir dibe ye. Mert destnîşan kir ku coşa Newrozê ya gelê Kurd AKP’ê tirsandiye.

Nivîskar Nûray Mert got; “Me bi girtina rojnameya Ozgur Gundemê dît stratejiya “nû” ya beriya hefteyekê anî rojevê bê çiqas nû ye.

Mert bal kişand ser polîtîkaya “nû” ya AKP’ê û got; “20 sal in, diçin û tên, heman tiştê tînin rojevê. Li holê tu stratejiyeke nû tune. Em dibînin ku berûvajoyê vê serî li polîtîkayên herî dijwar ên ewlekariyê didin. Bi rastî vê polîtîkaya nû nîşan dida ku tu pêşveçûneke erênî tune ye, lê nexwestin bêhiqûqiyeke weke girtina Ozgur Gundemê kêm bikin. Evane jî nîşaneyên stratejiya nû ne.”

‘COŞA NEWROZÊ DESTHILATIYÊ TIRSAND’

Nûray Mert diyar kir ku mirov dikare destnîşan bike ku têkiliya girtina rojnameya Ozgur Gundemê bi hedefgirtina têkoşîna Kurdan re heye û got ku coşa Newrozê AKP’ê tirsandiye. Mert got; “Ji ber ku ev pirsgirêk mseleyeke civakî digire nava xwe. Ji ber wê jî tişta ku kirine hedef, têkoşîna Kurdan e. Ev demeke hewl didin bi operasyon û serdegirtinan saziyên Kurdan têk bibin, lê rêxistinbûna Kurdan di Newrozê de hate dîtin, ev yek jî AKP’ê tirsand. Mînak li Amedê, hemjareke pir zêde beşdar bû û pir balkêş bû. Gel ji bilî Amedê li gelek cihên din Newroz pîroz kir. Divê mirov biryara girtina rojnameyê weke peyameke li dijî van pîrozbahiyan bibîne."

'DIVÊ HIKÛMET ÊDÎ BAŞ BIZANE KU EW NEMA DIKARE KURDAN TÊK BIBE'

Mert bal kişand ser êrişên AKP’ê û got; “Divê ji nû ve bihizire. Ji ber ku nikare li ser vê rêyê tu çareseriyek peyda bike. Hûn nikarin bi gelê xwe re şer bikin. Hûn dixwazin beşek a civakê bitepisînin û têk bibin, lê hûn nikarin. Hûn nikarin bi êrişên li ser çapemeniyê bigihin armanca xwe.”

Mert destnîşan kir ku divê girtina rojnameya Ozgur Gundemê ne tenê êrişek li ser Kurdan were dîtin, divê ev yek gelê Tirk jî bixe nava fikaran û wiha domand; "Divê em bibînin ku em bi pirsgirêkeke pir mezin re rû bi rû ne. Mesele ne tenê ya Kurdan e.”

Ali Barış Kurt - ANF

Diğer Haberler