Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Obama rejîma Sûriyê hişyar kir

Obama rejîma Sûriyê hişyar kir

26 Temmuz 2012 Perşembe 00:33
Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) Barack Obama rejîma Beşar El-Esed li Sûriyê hişyar kir li dijî bikaranîna çekên kîmyayî.

 

Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, Obama got ku el-Esed wê bê berpirsiyar be eger çekên kîmyayî bikar bihêne.

Hikûmeta Sûriyê roja Duşemê ragihand ku hêzên rejîmê wê çekên kîmyayî li dijî êrişên hêzên biyanî bikar bînin, lê belê tu caran bi çekên kîmyayî êrişa gelê xwe nakin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon jî rejîma Sûrî rexne kir. Wî hêvî xwest ku çavdêrên navneteweyî dê bikaribin piştrast bikin ku çekên kîmyayî nayên bikaranîn.

AKnews

Diğer Haberler