Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ofîsa YE li Kurdistanê tê vekirin

Ofîsa YE li Kurdistanê tê vekirin

10 Ağustos 2012 Cuma 00:01
Berpirsê têkeliyên Derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa got, ofîsa Yeketiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê tê vekirin.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Garet Ubrayîn mebusê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve jî amade bû, Felah Mistefa behsa kar û çalakiyên fermangeha têkeliyên derve bi giştî û asta têkeliyên herêma Kurdistanê digel dewletên cîhanê kir û got:

"Nuha hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî nûneratiya xwe li Yeketiya Ewropayê heye û ofîsa Yeketiya Ewropayê jî li herêma Kurdistanê tê vekirin. Vekirina ofîsa Yeketiya Ewropayê li herêma Kurdistanê pêngaveke giring e û dê ji bo zêdetir pêxistina peywendiyên navbera Kurdistan û Yeketiya Ewropayê di hemû waran de, hokareke bihêz be."

Mebûsê Yeketiya Ewropayê bo karûbarên Iraqê di axaftina xwe de behsa xebat, çalakî û bernameyê xwe bo Iraqê kir û got, "Hindek ji welatên Yeketiya Ewropayê nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê heye. Têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên Yeketiya Ewropayê di asteke baş de ne û em bi wan têkeliyan geşbîn in."

Felah Mistefa û mêvanê xwe behsa rêkeftinameya hevkarî û dostaniyê di navbera Iraq û Yeketiya Ewropayê de ku, di meha gulana îsal de hatiye îmzekirin, kir û her du aliyan tekez kir ku, ew rêkeftin dê rê li pêşiya berfirehbûna têkeliyan, bi taybetî têkeliyên di warê siyasî, aborî, enerjî, baştirkirina rewşa mafê mirovî û Berhengarbûna terorê de, xweş bike.

Kirîza siyasî ya Iraqê û rewşa Sûriyê mijareke din a hevdîtinê bû, di vê çarçoveyê de, Mistefa tekez li ser helwesta serokatiya siyasî ya Kurdistanê kir ku, gelê Sûrî biryara çarenivîsê xwe dide.(AKnews)

Diğer Haberler