Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Opozisyona Sûriyê komîteyekê ji bo çareserkirina pirsa kurdî dirust dike

Opozisyona Sûriyê komîteyekê ji bo çareserkirina pirsa kurdî dirust dike

07 Eylül 2012 Cuma 16:59
Di civîna opozisyona Sûriyê li Qahîre de, ku di 24ê Tebaxa borî de hat sazkirin, biryar hat dayîn ku komîteyekê ji pisporên navneteweyî û Sûrî ji bo çareserkirina pirsa kurdî bê avakirin.

Bi dîtina siyasetmedarekî rojavayî, ew komîte dikare çareyên dadperwer ji bo pirsa kurdî destnîşan bike. Lê li gor mamosteyekî zanîngehê, damezrandina wê komîteyê dipeytîne ku opozisyona kurdî însyatîf ji dest daye. 

Di rojên 24-26.08.2012ê de li Qahîre opozisyona Sûriyê civîneke berfireh, bi amadebûna nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), saz kir. Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Mihemed Mûsa, ku yek bû ji wan 2 nûnerên kurd ên ku di civînê de beşdar bûn, got ku ew civîn temamkera civîna 31ê Tîrmeha borî li Qahîre bû. Di vî alî de navborî ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna vê carê de li ser du hizran gotûbêj hatin kirin. Yekem, danîna mîkanîzmekê ji bo pêwendîkirina ligel tevahiya dijberiya Sûriyê, gelê Sûriyê, welatên cîhanê û dezgehên navneteweyî. Xala duyemîn jî taybet bû li ser pirsa kurdî li Sûriyê.”

Mihemed Mûsa herwiha got ku civîna Qahîre derbarê pirsa kurdî de biryareke baş da: “Biryara damezrandina komîteya pisporên navneteweyî û sûrî hat derxistin ku nûnerê Yekîtiya Ereban û Kurdan jî wê tê de hebin. Pêwist e heta dawiya vê mehê komîte pirsa kurdî lêbikole û rê û çawaniya çareserkirina wê diyar bike.” Mihemed Mûsa diyar dike ku rola wê komîteyê şêwirmendî ye: “Heta dawiya meha Îlonê ji bo çareserkirina pirsa kurdÎ kongreyeke biçûk a opozisyona Sûriyê tê kirin ku tê de komîteya navborî jî amade dibe. Geşbîn im ligel opozisyona Sûriyê derbarê çareserkirina pirsa kurdî de bigihijin peymanekê.”

“Kurd yekîtiya Sûriyê misoger dikin”

Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê got jî ku ew li Qahîre bi awayekî cuda ligel sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereban, Nebîl Erebî, û herdu cîgirên wî rûniştin: “Me ji wan re got eger hûn rijd in li ser yekîtiya xaka Sûriyê, Kurd vê yekîtiyê misoger dikin. Lê ev nayê wateya ku pirsa miletekî ku li ser xaka xwe dijî neyê çareserkirin.” Derbarê wê yekê gelo guhertinek di helwesta dijberiya erebî û îslamî ya sûrî derbarê pirsa kurdî de pek hatiye, Mihemed Mûsa got: “Nikarim navê wê bikim guhertin, lê rewşeke erênî li holê heye. Bawer im vekişîna şanda kurdî ji civîna 21ê Tîrmeha borî wisa kir dijberiya Sûriyê xwe serrast bike.”

Di heman bareyê de endamê ENKSê, Şelal Gedo, got ku ew komîte dikare bi awayekî rast dîtinên çareseriya pirsa kurdî pêşkêş bike: “Cara yekê ye komîteyek ji bo pirsa kurdî li ser asta erebî û navneteweyî dirust dibe. Damezrandina wê komîteyê nîşan dide ku pirsa kurdî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe navneteweyî.” Şelal Gedo damezrandina komîteya pisporên navneteweyî wek astengî li pêşberî xwevedizîna dijberiya Sûriyê ji çareserkirina pirsa kurdî dibîne û dibêje: “Pisporên navneteweyî di komîteyê de hene, herwiha pisporên sûrî yên kurd û ereb jî tê de beşdar dibin. Ew komîte dikare dîtinên diyarkirî ji bo pirsa kurdî destnîşan bike ku bibin bingeha çareserkirina pirsa kurdî. Lê bi tevahî nizanim ew komîte li ser çi bingehekê kar dike, lê bawer dikim çareseriya dadperwerî pêşkêş dike. Mixabin heta niha gellek aliyên dijberiya sûrî bi lojîka rejîmê li pirsa kurdî dinêrin, lê dilniya me ew komîte bi wî rengî nafikire. Dibe ku wek dijberiya kurdî jî nefikire, lê her çawa be dîtina wê ji bo pirsa kurdî ji dîtina dijberiya erebî ya sûrî baştir dibe.” 

“Nûnerên kurd ne xwedî çandekê têr in”

Mamosteyê zanîngeha Selahedîn, Dr. Rezwan Badînî, damezrandina komîteya pisporan baş dibîne, lê bi baweriya wî di aliyê siyasî de damezrandina wê komîteyê tê wateya lawaziya siyaseta kurdî: “Damezrandina wê komîteyê ji me re nîşan dide ku Kurdan heta niha nekarîne li ser asta navneteweyî, navçeyê û Sûriyê xwe wekî muxatab îspat bikin.” Navborî di berdewamiya axaftina xwe de got ku Kurdan însyatîf ji dest dane: “Di wan kongreyên ku derbarê Sûriyê de tên kirin Kurd wek mêvan derdikevin. Wekî Kurd divê em bizanin çend mafên me li Rojavayê Kurdistanê hene. Damezrandina wê komîteyê ne xerab e, lê wekî diyar e nîşana bê şiyaniya siyaseta kurdî ye.”

Dr. Rezwan Badînî siyaseta kurdî bi tundî rexne dike û dibêje: “Nûnerên kurd çi di warê zimanzanî de, çi aliyê rewşenbîrî û çi aliyê ezmûna siyasî, ew ne xwediyê çandekê têr in. Gellek caran siyasetvanekî ereb di kongreyekê de bi peyvekê dikare çend siyasetvanên kurd tev bide.”               (Rûdaw)

Diğer Haberler