Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Opozisyonê ji parlamentoyê xwest piştgiriya rojava û bakur bike

Opozisyonê ji parlamentoyê xwest piştgiriya rojava û bakur bike

05 Kasım 2012 Pazartesi 06:08
Fraksyonên opozisyonên yên li parlamentoya Kurdistanê daxwazê dikin ku parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa rojava û bakurê Kurdistanê bicive û piştgiriyê bide wan.

Di daxuyaniyek ku kopiyeke wê ji Rûdawê re hatiya şandin, froksyonên li parlamentoya Kurdistanê yên weke; Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Fraksyona Ayînde daxwazê ji parlamentoyê dikin ku bi ronî derbarê bûyerên li rojava û bakurê Kurdistanê de bicive û piştgiriya wan bike.

Ev jî teksta daxwaznameya fraksyonanên opozisyonê ye:

Birêz / Serokatiya parlamentoya Kurdistanê

Mijar / Guftûgokirina parlamentoyê ya li ser rewşa rojava û bakurê Kurdistanê

Di bin ronahiya pêşveçûn û bûyerên siyasî yên navçe girtine nava xwe, bi taybet jî rojava û bakurê Kurdistanê û xwe spartina bi xala 6 a benda 1 ya maddeya 54 a rêziknameya navxwe ya parlamentoya Kurdistanê em daxwaz dikin ku herdu xalên jêr wekî du babetên giştî û bi pileya neteweyî bibe despêka xebata guftûgokirina yekemîn rûniştina parlamentoya Kurdistanê ya vê heftiyê. Ji bo di dîtina berpirsyartiya nûnertiya xelkê Kurdistanê de biryar li ser wê yekê bê dayîn

Yekemîn: Divê hemû cûrên arîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê bi rêya sazî û rêxistinên hikûmî di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de bin. Rê neyê dayîn ku ti partî û aliyek di bin kîjan navnîşanê de dest bi karekî bi vî awayî bike.

Dûyemîn: Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî fermî piştgiriya xwe ji bo daxwazên kesên di greva birçîbûnê de û xwepêşandanên li bakurê Kurdistanê nîşan bide. Daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê bike ku bi rêya aştî û demokrasiyê çareseriya doza rewa ya gelê kurd bixe di çarçoveya destûrê de.

Li gel rêzên me...

Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Fraksyona Ayînde

(Rûdaw)

Diğer Haberler