Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Osman Baydemîr: Em hêvî dikin serdana Barzanî bibe derfet

Osman Baydemîr: Em hêvî dikin serdana Barzanî bibe derfet

01 Mart 2017 Çarşamba 08:06
Berdevkê nû yê HDPê Osman Baydemîr got, ew hêvî dike ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe derfeta ku “hikûmeta AK Partiyê dev ji dijminatiya Kurdan” berde.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemîr got, ew hêvî dike ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bibe derfeta ku “hikûmeta AK Partiyê dev ji dijminatiya Kurdan” berde. Baydemîr ji bo şehîd Şîfa Gerdê jî sersaxî xwest.

Berdevkê nû yê HDPê Osman Baydemîr îro li Navenda Partiya HDPê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyê de jî axivî.

Osman Baydemîr wiha got: “Serdana Serok Barzanî ya Tirkiyê nîşaneya geşedanên girîng in. Serok Barzanî ji helwesta HDPê agahdar e. Em hêvî dikin ku serdana Serok Barzanî bibe derfeta ku hikûmeta AK Partiyê dev ji dijminatiya Kurdan berde.”

Bi berdewamî Baydemîr got: “Bila Hikûmeta AK  Patiyê polîtikaya xwe dostane ya ligel Başûrê Kurdistanê sirayetê Rojava jî bike û em hêvî dikin ku dev ji dijminiya Kurdan berdin.”

Hêjayê gotinê ye Osman baydemir di destpèka axavtina xwe de got: “Em xemgînin ku xebatkara Rûdawê jina rojnamevan a kurd Şîfa Gerdî jiyana xwe ji dest daye. Serê Rûdawê û medyaya kurdî û gelê kurd sax be." Enqere (Rûdaw)

Diğer Haberler