Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Osman Ocalan banga agirbestê li PKK û Tirkiyê kir

Osman Ocalan banga agirbestê li PKK û Tirkiyê kir

15 Ağustos 2012 Çarşamba 23:09
Osman Ocalan bi rojiye û daxwaz dike ku cejna Remezanê bibe sedemê rawestandina şer û xwîn rijandina navbera herdu neteweyên Misilman ên Kurd û Tirk de.

Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan diyar kir ku hemû rojiyên xwe girtiye û ji Rûdawê re got: “Kuştin û xwîn rijandin tiştekî dûrî mirovatiyê ye. Ez timî dixwazim şer bê rawestandin û pirsa kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin. Ez niha hêvî dikim ku pirsa kurd li Tirkiyê bi rêya siyasî bê çareserkirin.”

Osman Ocalan derbarê egera rawestandina şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê ya di rojên cejnê de got: “Ez hêvîdarim ku ev roja pîroz bibe sedemê rawestandina şer û rijandina xwînê. Pêwîst nake ku du neteweyên Misilman, Kurd û Tirk hev qir bikin. Zerer û ziyanên herdu aliyan di vî şerî de hene û pêwîste xelkê Misilman şer rawestîne.”

Ocalan bi boneya cejna Remezanê banga agirbestê li PKK û Tirkiyê kir û daxwaz kir ku şer rawestînin, aştî û biratiyê ragihînin.

Osman Ocalan dilgiraniya xwe li derbarê tecrîta li ser  Abdullah Ocalan tê meşandin nîşan da û wiha got: “Ev 13 mehin ku hikûmeta Tirkiyê rê nade parêzerên Ocalan serdana wî bikin. Ez daxwaz dikim ku Tirkiyê tecrîda li ser Serok Ocalan rake û ev cejin bibe sedemê dawîhatina tecrîdê.”

Bi baweriya Osman Ocalan, tekane rêya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê bi rêyên aştiyane û diyalogê ye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Divê Tirkiyê dawî li tecrîda li ser Serok Ocalan bêne û dergehê aştiyê veke. Hêvîdarim ku PKK û Tirkiyê ji ber cejna Remezanê ya pîroz dawî li şer bênin û di çarçoveya biratiyê de pirsa xwe bi rêyên siyasî çareser bikin.”(Rûdaw)

Diğer Haberler