Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Osman: Talebanî ji destpêkê ve pişta Malikî girtiye

Osman: Talebanî ji destpêkê ve pişta Malikî girtiye

02 Temmuz 2012 Pazartesi 22:30
Mehmûd Osman, diyar kir, serokwezîrê Iraqê yek milyon çekdar xistiye bin destê xwe û serokomar jî naxaze bawerî ji wî bê stendin û “bûye alîgirê wî”.

Hewlêr, 2 Tîrmeh – Parlamenterê serbixwe yê kurd li parlamentoya Iraqê, Mehmûd Osman, diyar kir, serokwezîrê Iraqê yek milyon çekdar xistiye bin destê xwe û serokomar jî naxaze bawerî ji wî bê stendin û “bûye alîgirê wî”. Li gorî nûçeya rojnameya Şerq ul Ewest a Brîtanya, Mehmûd Osman, diyar kir, Iraq ber bi qonaxeke nû ya destpotîzmê ve diçe, ji ber ku serokwezîr Nûrî Malikî di bin navê fermandeyê giştî yê hêzên çekdar yek milyon esker xistiye bin destê xwe. Osmand, bang li Malikî kir, xwe ber çav re derbas bike, ji ber ku kurd, şîe, sunne, ereb û turkman dixazin wî ji kar dûr bixin lewre nabe ew guhê xwe nede tu kesî. Li bara helwesta serokomarê Iraqê, Celal Talebanî li ser pirsa stendina baweriyê ji serokwezîr de jî, Osman got, Talebanî naxaze bawerî ji Malikî bê stendin, ew dixaze civîna niştimanî saz bike ji ber ku baweriya wî bi stendina baweriyê nemaye, ji ber ku her ji destpêkê ve Talebanî pişta Malikî girtiye. Parlamenter Mehmûd Osman, destnîşan kir, li Iraqê dewlet nîne ji ber ku welat ji aliyê hinek lîste û hevpeymanî ve tê birêvebirin û wiha axivî, “Hemû dibêjim bila herkes girêdayî destûrê bin lê rast nabêjin, ji ber ku herkes li gorî berjewendiyên xwe li destûrê dinêre. AKnews

Diğer Haberler