Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
PAK: Divê em mizgîniya serxwebûnê bidin şehîdên Enfalê

PAK: Divê em mizgîniya serxwebûnê bidin şehîdên Enfalê

14 Nisan 2017 Cuma 16:33
PAK: Divê em mizgîniya serxwebûnê bidin şehîdên Enfalê

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera jenosîda Enfalê daxuyaniyek belav kir û ragihand; “Piştî 30 salên Enfalê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, tevkujî, kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.”

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê PAKê ji bo bîranîna şehîdên Enfala Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku rejîma Saddam di sala 1986ê de hêzeke mezin şande ser Başûrê Kurdistanê û 13 salî heta 70 salî hemû mêrên kurd kire amanc. Ji bo pêkanîna vê armancê hemû rêyên bombekirin, wêrankirina gund û bajaran, komkujî, bikaranîna çekên kîmyayî rewa dît.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê PAKê di daxuyaniya xwe de amarên Enfalê parve kir û diyar kir; “Saddam û heramiyên wî navê vê jenosîdê ji Qur’anê girtibû, danîbû ”Enfal”. Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e. Belê rast e, Seddam ne tenê Kurdistan wêran kir, mêrên ku destê wan çek digre kuşt, her wiha wek DAIŞa îroyîn, bi dehhezaran jinên kurd ber bi çolên ereban ve mecbûrî koçberîyê kir, wek ”xenîmeta şer” dest danî ser wan, destdirêjî li wan kir û hinekên wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Hîn îro jî li deverên ereban, gorên komkujîya kurdan derdikevin.”

Di daxuyaniya PAKê de tê gotin; “Piştî 30 salên jenosîda Enfalê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, tevkujî û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e. Lê belê, ne jenosîdên pêştir, ne ya Enfalê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Di berdewama daxuyaniya PAKê de behsa tekoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê jî tê kirin û tê destnîşankirin; “Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.  Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me dikare bi yekgirtineke netewî û bi îdareyeke hevbeş statuyekê bidest bixe. Li Rojhilatê Kurdistanê yekitîya netewî êdî ji hemû deman zêdetir, wek pêwîstîyeke esasî derdikeve pêş.”

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê PAKê dide xuyakirin, ku Enfal ne tenê jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû û wiha dibêje:

“Bi tevê hemû wehşet û wêrankarîyan Enfalê jî xelkê Kurd teslîm negirt. Gelê kurd ew 4000 gund û bajarên xwe ji nû ve ava kirin, rê û pire ji berê jî çêtir kirin. Zevî ji nû ve şîn bûn, kerîyên pez û garana dewaran li mêrgên Kurdistanê ji nuh ve çêrîyan. Li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare kir, azadî û demokrasîyeke ku tu car ew ax nebûye şahid, anî. Dewleta Federa ya Kurdistana Başûr îro ne tenê ji bo kurdan, herweha ji bo aşûrî, suryanî, kildanî, turkmen, ereb, ji hemû etnîsîte, êzîdî, şebek, ehlî heq, şiî hemû ol û mezhebî re bûye sitar. Gele kurd him xwe û him jî mirovatîyê ji DAIŞê û ji hemû êrîşên hovane diparêze.”

PAK di daxuyaniya xwe de daxwaz dike ku tevahî cîhan eşkere piştgirîya gelê kurd bike daku neçar nebe ligel dewletên ku ev keraset anîne serê wan, bijî.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Parlamentoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê, ji bo bibîranîna Enfala reş, îlan kirîye. Kurd ne tenê di roja 14ê Nîsanê de, wê tim û tim vê qirkirinê bîne bîra xwe û ew ê ji bîr neke. Mizgînîya herî mezin ye ji bo şehîdên Enfalê, îlan kirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.”

Rûdaw

Diğer Haberler