Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Parlamenterê BDPê Onder hat cezakirin

Parlamenterê BDPê Onder hat cezakirin

03 Nisan 2012 Salı 19:02
Parlamenterê BDPê yê Stenbolê, Sirri Sureya Onder, bi hêceta ku "heqaret li wezîrê dewletê kiriye" ji ber nivîsekê, ji aliyê dadgehê ve bi 5 hezar lîre (nêzîkî 2800 dolar) hat cezakirin.

Parlamenterê BDPê yê Stenbolê, Sirri Sureya Onder, bi hêceta ku "heqaret li wezîrê dewletê kiriye" ji ber nivîsekê, ji aliyê dadgehê ve bi 5 hezar lîre (nêzîkî 2800 dolar) hat cezakirin.

Sirri Surye Onder, beriya ku bibe parlamenter, di rojnameya Radîkal a Tirkiyê de nivîs dinivîsî û di nivîsekî xwe bersiva wezîrê aborî yê Tirkiyê Zafer Çagliyan dabû.

Ji ber vê, Çagliyan, li dadgeha Enqereyê li dijî Onder şikayet kiribû û dadgehê ew bi 5 hezar lîre ceza kiribû.

Li bara vê biryarê, Onder ji AKnewsê re got, dê li dijî biryara dadgehê îtiraz bike û wiha axivî:

“Ji parlamenterên BDPê re gotin ‘seyê kurê san’. Me jî şikayet kir dadgehê got ev yek dikeve çarçoveya azadiya ramanê. Ev dijûn dibe azadiya ramanê, lê gotinên min dibin sûç. Ez niha li benda dadweriyê me ka dê vê biryarê qebûl bike ya na, heke qebûl kir ezê carek din jî bêjim û bila carek din jî 5 hezar lîre min ceza bikin.”

AKnews

Diğer Haberler