Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Parlementerê AK Partiyê Ji Ermenîyan Leborîna Xwest

Parlementerê AK Partiyê Ji Ermenîyan Leborîna Xwest

25 Nisan 2012 Çarşamba 12:57
Parlementer İsmet Uçma di avakirina AK Partiyê de cih girtiye û ji bo bûyera ku di dîroka 1915yî de li vî welatî hat serê gelê Ermenîyan ji ber vî ji wan leborîn xwest.

Li gor nûçeya Rojnameya Radîkelê Parlementerê Îstanbolê Ak Partiyê İsmet Uçma ji bo bûyera ku di sala  1915yî de pêk hatiyê got ku, “Berpirsyarê vê bûyera dilsoj bi tenê Partiya İttihat ûTerakkiyê ye. Lê ez bi xwe ji Ermeniyan Leborînê dixwazim, tiştên ku hatiye serê wan gere mîrov nebêje komkûjiyê, li ser wan “mîşexta nijad”(Soy Sürgünlüğü) hatiye kirin.

Ger kesên dibêjin komkûjiyê tiştên  ku Amerîqa anîye serê Kizildereliya, tiştên ku Almanya aniye serê Yahûdiya bila bibînin û wisa xeberdin li ser gelê Ermeniyan komkujî nehatiyê kirin lê wan mîşext kirine, ji ber vê jî bûyerên pir dilsoj derketine holê ji ber van bûyeran gele mîrov nebêje komkûjiye.”

Partiya Îttîhat û Terakkîyê xeletiyek mezin kiriye û gele em ji ber sûcê wan em bi hevre dijminiyê nekin, bi sedan sala em li ba hev jiyîne Jiyana wan Jiyana me biye.

Uçmak di axaftina balkişand ser Sabiha Gökçen û got ku ew keçika malbateke Ermeniyên Bursayê ye ji ber ku Gökçen sêwî bûye; Atatûrk wê kiriye keçmariya (Evlatlik) xwe.

(XEBERENKURDİ)

Diğer Haberler