Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partî û saziyên kurdan hikûmet şermezar kirin

Partî û saziyên kurdan hikûmet şermezar kirin

17 Temmuz 2012 Salı 01:27
Partî û saziyên kurdan ên li derveyî BDP’ê, helwesta hikûmetê ya li hemberî mitînga 14’ê tîrmehê bi tundî şermezar kirin û bang li gel kirin li hemberî van pêkanînên hikûmetê nerazîbûn nîşan bidin.

Amed – Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), KADEP, OSP, Însiyatîfa Azadî, TDŞK, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê û Çira-Dera Amedê, li avahiya HAK-PAR’ê civîneke hevpar a çapameniyê çêkirin. Li ser navê partî û rêxistinan Serokê HAK-PAR’a Amedê Vasif Kahraman û Serokê OSP’a Amedê Nasrettîn Maçîn, daxuyaniya bi kurdî û tirkî xwendin. Maçîn, di axaftina xwe de bal kişand polîsan li hemberî BDP’iyan zext û zordariyeke mezin pêk aniye û eşkere kirin ku ew hemû piştgiriya BDP’ê dikin. Maçîn, helwesta hikûmeta AK Partiyê ya li hemberî BDP’ê û çalakiyên demokratîk şermezar kir û wiha got: “Mitîng, civîn, meş, xwepêşandan û daxuyaniyên çapameniyê yên ji bo bilêvkirina daxwazên aştiyane û demokratîk, mafekî li gorî makezagonê ne. Bi endîşeya ewlehiyê mitîng nayên qedexekirin. Ya ku dikeve ser radeyarên dewletê ew e ku ewlehiya çalakiyên bi vî rengî biparêze.”

Maçîn, destnîşan kir di helwesta li hemberî mitîngê de derketiye holê ku dema kurd daxwazên xwe dixwazin bi riyên demokratîk bînin zimên rastê êrîşa dewletê tên û wiha berdewam kir: “Rayedarên dewletê hiqûqa ku wan bi xwe çêkiriye jî binpê dikin. Mekanîzmaya ktundî û çewisandinê li hemberî gel bi kar tînin. Di van çalakiyên ku bi tevahî aştiyane û demokratîk in de eger hêzên ewlehiyê bên bikaranîn dê bibe sedema bertek û berxwedanê. Lê rayedarên dewletê yên ku ji bûyerên Newrozê ders negirtine, di zîhniyeta xwe ya qedexekar de bi israr tevdigerin. Hêzên ewlehiyê li Amedê teror meşandin, di serî de rêveberên BDP’ê parlamenter û şaredar li ser wan kesên ku bi israr dixwestin biçin qada mitîngê bombeyên xazê barandin, bi sedan kes birîndar kirin û kirin binçavan.”

Maçîn, bang li gelê kurd û bihîstiyar kir û xwest li hemberî zexta dewletê nerazîbûn nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.

Hêjayî gotinê ye Mazlum-Dera Amedê jî helwesta hikûmetê ya li hemberî mitîngê şermezar kir û got, mudaxaleya polîsan a li hemberî BDP’iyan binpêkirina mafên mirovan e.

Rûdaw

Diğer Haberler