Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi Tevgera Azadî dest pê dike

Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi Tevgera Azadî dest pê dike

06 Haziran 2012 Çarşamba 00:17
Partiya Îslamî ya Kurdistanê ku beriya çend mehan kete nava hewldanên avakirinê, bi Tevgera Azadî dest bi xebatên xwe yên partibûnê dike.

Amed - Partiya Îslamî ya Kurdistanê ku beriya çend mehan kete nava hewldanên avakirinê, bi Tevgera Azadî dest bi xebatên xwe yên partibûnê dike. Azadî navê xwe ji rêxistina Azadî ya serhildana Şêx Seîd werdigre.

Ji bo avakirina Tevgera Azadî roja şemî û yekşemê civîneke berfireh li Amedê pêk tê. Civîn dê saet 13.00an, li Otela Prestîjê dest pê bike. Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji şexsiyetên vê tevgerê wergirt, dê ji bajarên Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê bi sedan kes tevlî vê civînê bibin. Ji malbata Şêx Seîd Abdulîllah Firat, seydayê navdar Mele Silêman Kurşun, hiqûqnas Sidki Zîlan, Yavuz Delal, Yakup Aslan jî tevlî civînê dibin. Hate ragihandin Parlamenterê BDPê yê Amedê Altan Tan û Cîgirê Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Şeyhmus Ulek jî ji bo civînê hatine vexwandin. Lê nayê zanîn ka dê tevlî civînê bibin an na. Lê tê zanîn ku Tan û Ulek tevlî du civînên berê bibûn.

Hiqûqnas û yek ji aktivîstên avakirina partiyê Sidki Zîlan, piştrast kir ku dê civîn bê lidarxistin. Lê Zîlan derbarê naveroka civînê de agahî nedan û got ew ê roja duşemê encamên civînê ji çapamenî û raya giştî re eşkere bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xist, di vê civînê de dê nexşerêya avakirina Partiya Îslamî ya Kurdistanê bê avakirin. Perspektîf, raman û nêrîna vê partiyê dê bi nîqaşan bê diyarkirin. Civîn dê bi kurdî çêbibe û zimanê vê tevgerê jî dê bi kurdî be. Hate ragihandin ku li ser navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê lihevkirin çênebû. Li şûna vî navî dê pêşî Tevgera Azadî bê avakirin. Piştî xebatên domdirêj dê ev tevger veguhere partiyê.

Hêjayî gotinê ye navê Tevgera Azadî ji Rêxistina Azadî ya serhildana 1925'an a Şêx Seîd tê.

Maşallah Dekak - Rûdaw

Diğer Haberler