Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partiyên Bakur piştgirî dan serkeftina li Rojava

Partiyên Bakur piştgirî dan serkeftina li Rojava

23 Temmuz 2012 Pazartesi 11:56
Parlamenter û nûnerên BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP û Însiyatîfa Azadî, derbarê pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê û rizgarkirina 5 bajaran de, fikir û ramanên xwe ji Rûdawê re vegotin.

Amed  – Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, eşkere kir kurdan li Rojava “ji koletiyê re gotiye êdî bes e” û biryara çarenûsa xwe daye. Cîgirê Serokê HAK-PAR’ê Umît Tektaş, got mafê kurdan e ku li Rojava xwe bi destê xwe bi rê ve bibin. Serokê KADEP’a Amedê Ciwan Roj Ceyhan jî xwest kurd yekitiya xwe xurtir bikin û bi awayeke hevpar tevbigerin. Ji Însiyatîfa Azadî Sidki Zîlan jî xwest Tirkiye li pêşiya mafên kurdan li Rojava nebe asteng û hewl bide kurd bigihijin mafên xwe yên neteweyî.

Altan Tan: Mafên kurdan ên veqetînê heye

Parlamenter û nûnerên BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP û Însiyatîfa Azadî, derbarê pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê  û rizgarkirina 5 bajaran de, fikir û ramanên xwe ji Rûdawê re vegotin. Nûnerên partiyên kurdan eşkere kirin ku ew bi hemû hêza xwe piştevaniya kurdên Rojava dikin. Hemû aliyan jî bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku li Hewlêrê ji bo yekitiya kurdan protokolekî dabû îmzekirin.

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, ji Rûdawê re diyar kir eşkere ye kurd dê li Rojava bibin xwedî statûyek û wiha got: “Di derizîn û valatiyeke herî biçûk a rejîma Beas de, kurd dê bibin xwedî statûyekê. Tişteke ku mirov matmayî be tune ye. Daxwaza kurdan li her derê ew e ku bi gelên li wî welatî re bi awayeke azad bijîn. Lê ger ew gel vê yekê qebûl nekin wê çaxê veqetîn jî tê de, kurd dê li tercîhên din binêrin. Ger muxalefet hebûna kurdan û statûya kurdan qebûl neke, wê çaxê mafê veqetîna kurdan jî heye. Înşela ji vir û pê de ev pêşveçûn dê bi awayeke lezgîntir bidomin.”

HAK-PAR: Kurd dev ji destkeftiyên xwe bernadin

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Umît Tektaş jî destnîşan kir ku ew dixwazin Sûriye demokratîk bibe û kurd jî bigihijin statûyeke siyasî. Tektaş, da zanîn ku ew dixwazin kurd li her derê bigihijin mafên xwe yên neteweyî û xwe bi destê xwe bi rê ve bibin û wiha berdewam kir: “Niha xuya bû ku dê rejîma Esad bê rûxandin. Kurdên Sûriyê bi taybetî jî kak Hemîd Derwêş pêşdîtineke rasteqîn dabû pêşiya xwe. Du sal berê gotibû dê Beşar Esad here. Birêz Mesûd Barzanî hemû aliyên kurdan li Hewlêrê anîn ba hev, peymanekî çêkir. Em çaverêbûn ku dê li Sûriyê bibin aktoreke jîr û serkeftî. Em çaverê bûn ku kurd dê bigihijin armanca xwe. Ji bo îro nirxandineke piralî pir zehmet e. Lê belê li gorî pêvajoyê û boçûna Sûriyê jî xuyaye ji destkeftinên kurdan veger zehmet e.”

Ciwanroj Ceyhan: Divê kurd bi awayeke hevpar tevbigerin

Serokê KADEP’a Amedê Ciwan Roj Ceyhan jî eşkere kir ku ew bi her awayî piştgirî didin destkeftiyên kurdan ên li Rojava û xwest kurd vê yekê di nava yekitiyeke neteweyî de pêk bînin. Ceyhan, kêfxweşiya xwe ya ji bo rizgarkirina 5 bajar û navçeyên Rojava anî zimên û wiha got: “Ger lîstik, dek û dolab tê de tunebe, ev ji bo kurdan peyameke baş e. Muxalefeta ku li hemberî rejîmê radibin, kurdan di nava xwe de pir hesab nakin. Ji ber vê yekê ev pêşveçûnên li Rojava tişteke muhîm dixuye. Bilindkirina ala Kurdistanê li ser saziyan, kêfxweşî dide me. Dewamkirina wê baştir dibe. Ev serkeftineke ji bo kurdan. Em tev kêfxweş dibin. Pêşeroja kurdan dê li Rojava geş bibe. Em weke partî dixwazin kurdên wê derê bi hev re tevger bikin. Lewre serkeftin encax bi yekitiyê pêkan e. Divê tu kurd li derve nemînin, bi hev re bin û li hev bikin.”

Azîz Mahmut Ak: Fersend çêbibe kurd dê serxwebûna xwe îlan bikin

Cîgirê Serokê Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP) Azîz Mahmut Ak jî got ew di wê baweriyê de ye bi saya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî itifaqeke baş çêbûye û ger kurd vê îtifaqa xwe bidomînin, dê bigihijin armanca xwe. Ak, da zanîn ku bi azadkirina hin bajaran diyar bûye ku ger kurd fersendê bibînin dê pêşeroja xwe azad bikin û ev tespît kirin: “ Em nizanin çiqas bi organîze bû, çiqas defakto bû. Lê raperîna kurdan tiştekî da xuyakirin; heke temayûla gelê kurd fersendê bibîne dê azadiya xwe îlan bike. Ev hereket dê çawa şekil bigre, encama wê çawa be, em nizanin. Çi dibe bila bibe tişteke baş derketiye holê. Bila kurdên me yekitiya xwe çêbikin. Bi saya Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî tifaqeke baş çêbû. Em dixwazin ev tifaq bimeşe. Yekitiya wan hebe, gengeşî tunebe dê bi ser bikevin. Ger tişteke spontane jî be dê bibe organîze.”

Sidki Zîlan: Divê Tirkiye azadiya kurdan bixwaze

Aktîvîst û sazûmankarê Însiyatîfa Azadiyê Sidki Zîlan jî  got, divê kurd li her perçeyên ku dijîn azad bibin, bibin xwedî statû û li gorî hiqûqa navneteweyî bijîn. Zîlan, bal kişand ser gelê Rojava li Sûriyê heta niha nebûye xwediyê nasname û mafekî û kurd êdî naxwazin bê nasname bijîn. Zîlan, ev tişt gotin: “Yekitiya kurdan dest pê kir. Herdu alî çûn Hewlêrê û li hev kirin. Înşela dê destkeftiyên baştir çêbibin. Ji bo Esad biçe û rejîma Beas tasfiye bibe, pêşveçûneke baş e. Kurd nebin jixwe rejîm zeîf nabe. Ji bo muxalefeta Sûriyê û birayên misilman kurdan nas nekin, Tirkiyeyê zaf zor da ser wan. Muxalefet jî tirsiya û nêzî kurdan nebû. Halbûkî divê Tirkiye azadiya kurdan bixwaze û mafên kurdan biparêze. Dîtina AKP’ê şaş e.”

Rûdaw

Diğer Haberler