Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partiyên îslamî daxwaza ’Serxwebûna Kurdistanê’ kirin

Partiyên îslamî daxwaza 'Serxwebûna Kurdistanê' kirin

01 Mart 2017 Çarşamba 07:48
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Bizava Îslamiya Kurdistanê: “Her 3 partî derbarê serxwebûna Kurdistanê, têkoşîna ji bo xweşguzeraniya xelkê hemfikir bûn”.

Serokên her sê aliyên îslamî yên Herêma Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê û Bizava Îslamiya Kurdistanê bi hev re civiyan.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn, Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr û Rêberê Bizava Îslamî Îrfan Ebdulezîz îro sêşemî li Hewlêrê civîneke berfireh û giring li dar xistin.

Civîna navbera lîderên wan her sê partiyên îslamî yên Herêma Kurdistanê derdora 6 saetan dom kir û di civînê de, wan serkirdeyan derbarê mijarên weke krîza aborî, arîşeyên navxweyî û gendeliyê de bi hev re gotûbêj kirin.

Piştî civîna demdirêj a her dê aliyan, konfranseke rojnamevanî hat lidarxistin û derbarê naveroka civînê de agahî hatin dan.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, ku wan di civînê de pêşhatên herêmî, qonaxa piştî DAIŞê, mijarên li ser krîza navxweyî û gendeliyê axivtiye û ew yek hatiye gotûbêjkirin, ku ji bo rûbirûbûna wan pirsan, ti roleke partiyên îslamî heye.

Behaedên tekezî li ser giringiya qonaxa piştî DIAŞê kir û got: “Her 3 partî derbarê serxwebûna Kurdistanê, têkoşîna ji bo xweşguzeraniya xelkê de hemfikir bûn”.

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr jî got: “Ji bo ku em bi hev re pêngavan bihavêjin, em bi hev re civiyan û ev sêyemîn civîna me ye. Di gelek mijaran de em wek hev difikirin, lê belê eger mekanîzmên cuda û fikrên cuda jî hebin, em ji bo parastina serxwebûna Kurdistanê û encamdana xebatên ciddî ji bo wê yekê, dixwazin pêngav bihln avêtin”.

Rêberê Bizava Îslamiya Kurdistanê, Îrfan Ebdulezîz jî amaje bi mijara serxwebûnê kir û serxwebûna Kurdistanê weke mafekê bi nav kir û da xuyakirin, ku ew weke partiyên îslamî ji bo wê yekê daxwaza pêngavên ciddî dikin.

Ebdulezîz herwiha amaje bi wê yekê jî kir, ku wan bi serkirdeyên partiyên din re jî civînên giring pêk anîne û encamên giring jî bi dest xistine. 28.02.2017 Hewlêr (Rûdaw)

 
Partiyên Îslamî yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn û Rêberê Bizava Îslamî Îrfan Ebdulezîz

Diğer Haberler