Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partiyên Îslamî yên Kurdistanê yekemîn dîdara xwe sazdikin

Partiyên Îslamî yên Kurdistanê yekemîn dîdara xwe sazdikin

15 Nisan 2017 Cumartesi 12:50
Li bajarê Silêmaniyê yekemîn dîdara partiyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê tê sazkirin. Pêşengên dîdarê jî dibêjin dê di vî civînê de karê tevgerên îslamî dê di gelek aliyan de were nirxandin.”

Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed ji Rûdawê re ragihand, “Ev dîdar yekemîn karê hevbeş a Desteya Bilind a hersê partiyên Komel, Yekgirtû û Tevgera Îslamî ye.”

Hemed da zanîn, ku dê dîdar tenê rojekê be, ligel hersê serokên partiyan dê Sekreterê Giştî yê Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî jî gotarekê pêşkêş bike.

Berdevkê Komela Îslamî daxuyand, ku dê di dîdarê de teybetî karê partiyên îslamî were nirxandin û ti aliyek jî ji bo vê civînê nehatiye vexwendin.

Di heyama derbasbûyî de partiyên Komel, Yekgirtû û Tevgera Îslamî bi armanca lihev nêzîkkirina karên xwe, desteyeke hevbeş a bi navê Desteya Bilind a Karên Hevbeş avakirin.

Dîdarê îro Şemiyê 15-04-2017, demjimêr 10.00ê sibê li Restoranta Dawa ya Silêmaniyê dest pê kir.

Diğer Haberler