Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partiyên Kurdî: Dema referanduma Kerkûkê ye

Partiyên Kurdî: Dema referanduma Kerkûkê ye

04 Nisan 2017 Salı 16:38
Koma Partiya Demokrata Kurdistanê ya Parlamentoya Kurdistanê serdana Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm kir û piştgiriya xwe nîşanda. Aliyên siyasî jî di wê nêrînê de ne, ku ji bo giştpirsiya Kerkûkê dem demekê guncayî ye.

Ti deman bi qasê vê demê mijara giştpirsî û çarenivîsa Kerkûkê nebûye rojeveke germ. Piştî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê, Encûmena Parêzgariya Kerkûkê niha jî dixwaze mijara referandumê bixe dengdanê.   

 

Li ser vê yekê hemû partiyên Kurdistanê û herwiha Parlamentoya Kurdistanê demildest piştgiriya xwe ya ji bo vê biryara dîrokê ya Parêzgeha Kerkûkê eşkere kirin.

 

Serokê Koma PDKê Umêd Xoşnav piştî serdana Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ji Rûdawê re got; “Encûmena Parêzgeha Kerkûkê çi biryarê bide em pişta wan digrin. Ji ber vê jî em pîrozbahiya gelê Kerkûkê û hemû gelê Kurdistanê dikin.”

 

Piraniya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di destê Lîsteya Biratiyê de ye. Tirkmen û erebên nav vê lîsteyê de jî piştgiriyê didin kurdan.

 

Endamê Polîtbûroya PDKê Selah Delo jî dibêje; “Em piştgiriyê didin hemû biryarên Encûmena Parêgeha Kerkûkê yên di berjewendiya kerkûkiyan de be. Em li hêviya agahiyên xweş in.”

 

We diyar e, ku vê care serkirdetiya kurd naxwaze zêde dema xwe bi hêviya pêkanîna pêwîstiyên madeya 140 a Destûra Iraqê ve derbas bike û li hêviya gavên Bexdayê bimîne. Lewma jî di wê nêrînê de ne, ku niha ji bo referanduma Kerkûkê demeke guncayî ye.

 

Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hecî Mehmûd jî dibêje; “Niha derfeteke baş ji bo kurd û Kurdistanê heye da ku çarenivîsa xwe diyar bike. Mafê me heye çarenivîsa Kerkûkê zelal bikin û bikin emir waqiî.”

 

Biryare Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicive. Ji 41 endamên encûmenê, endamên tirkmen û ereb beşdarê dengdanê nabin û boykot dikin. Lê Lîsteya Biratiyê ji niha ve 26 deng ji bo biryara referandumê amade kiriye.

Diğer Haberler