Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Partiyên rojava ‘Peymana Hewlêrê’ îmze kirin

Partiyên rojava ‘Peymana Hewlêrê’ îmze kirin

12 Temmuz 2012 Perşembe 13:45
Piştî çend rêze civînên di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di bin çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de peymanek bi hev re xebatê îmze kirin.

Hewlêr - Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), di bin çavdêriya Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî de peymanek bi hevre xebatê îmze kirin. Peyman ji 3 xalên bingehîn pêktê û dubera pejirandina peymana 11 pûşbera 2012an ya li ser 7 xalan hat destnîşan kirin. Li gorî peymanê hat destnîşan kirin ku dê komîteyên hevbeş dinavbera herdû Meclîsan de bên avakirin û wê  di warê siyasî, ewlekarî û dîplomasiyê de xebatê bikine. Ev komîte dê ji deh kesan pêk bê û wê her Meclîsek bi 5 endaman nûnertiya xwe bike. Di encamnameya civîna hevbeş de hate zanîn ku dibe êdî herdû alî di çapemeniyê de lê dijî hev propagandayê reşkirina nekin.

Xalên Peymana Hewlêrê evin:

1-Belgeya Hewlêr esas were girtin û pêkanîna hemû xalên ku têde hatine destnîşankirin.

2- Damezrandina desteyeke rêvebir (desteya kurdî ya bilind) erkê wê siyaseta demê deyne û serokatiya faliyatên şoreşê bike û bikarînîna wekheviyê di tevahiya komîteyên ku pêk were (5+5) û li hevkirina li ser tevahiya biryara.

3- Damezrandina 3 komîteyan ji bo şopandina karên pratîkî.

4-Rawestandina tevahiya antîpiropoganda li dijî hev.

5- Qedexekirna şidetê û tevahiya karên ku rê li pêşya tevliheviya vedikin li rojavayê Kurdistan.

6- Damezirandina komîteyan di nava 2 hefteyan de ji dîroka îmzekirna vê peymanê.

Xalên di civîna 11 Pûşbera 2012'an de hatibûn destnîşan kirin:

1- Komîteyek bilind ji her du meclîsan bê avakirin.

2- Avakirina komîteyek rêxistinî ji bo birêvebirina karên hevbeş li hemû navçeyan.

3- Avakirina komîteyên şaxan li navçeyan.

4- Rawestandina hemû ragehandinên dijî hev.

5- Rawestandin hemû karên çekdarî li hemû navçeyan.

6- Avakirina komîteyên bê çek yên parastinê yên hevbeş.

7- Avakirina komîteyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku rû bidin û di nav de çareserkirina pirsgirêkên civakî.

(Rûdaw/DÎHA)

Diğer Haberler