Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
PDK bo PKKê: Demildest ji Başûrê Kurdistanê derkevin

PDK bo PKKê: Demildest ji Başûrê Kurdistanê derkevin

15 Mart 2017 Çarşamba 21:00
Fraksyona PDKê herwiha dibêje, PKKê bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û bûne sedema malwêraniya kurdan, ji ber wê pêwîst e di demekê herî nêzîk de ji Başûrê Kurdistanê derkevin.

Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “PKK bi aşkera her dengekî li derveyî xwe ku siyaseta û îdolojiya wê partiyê pesend neke, serkot dike”. Fraksyona PDKê herwiha dibêje, PKKê bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û bûne sedema malwêraniya kurdan, ji ber wê pêwîst e di demekê herî nêzîk de ji Başûrê Kurdistanê derkevin.

Li ser siyaseta û helwestên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojava û Başûrê Kurdistanê, îro çarşemî 15ê Adara 2017ê Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di destpêka daxuyaniya xwe de, Fraksyona PDKê dibêje: “Mixabin berdewamîdan bi siyaseta totalîtarî ya PKKê li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asta herî tirsnak û bi aşkere her dengek ku li derveyî wan bi xwe be û siyaset û îdolojiya wan pesend neke, serkot û bêdeng dikin, ji ber jî niha girtîgehên xwe tijî ji mirovên azadîxwaz kirine, ku di bin bername û zulma PKKê de, berdewamî bi xebata xwe ya siyasî nadin û PKK û îdolojiya wê bi bersivderê daxwazên azadîxwazên xwe nizanin”.

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa siyasetên baskê PKKê yê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî di wan du rojên bihorî de tê kirin û wiha tê gotin:

“Baskê PKKê li Rojavayê Kurdistanê û di wan 2 rojên dawiyê de, di berdewamiya sepandina viyana totalîterî ya xwe de, li Qamişlo, Amûdê, Dêrikê û çend cihên din de avêtine ser baregehên ENKSê û ew daxistine, li hin baregehan jî tenê bi wê yekê nesekinîne û dest bi talankirin û şewitandinê kirine û ew proseya wan jî hêj berdewam e. Ev ji bilî wê yekê ku demek e bi ser mal û malbatên endam û alîgirên ENKSê de digirin û li beramber destneberdana ji baweriya wan a siyasî yan jî destneberdana ji pêşmegetiyê, rûbirûyê gefa kuştin, girtin û îşkencekirinê dikin”.

Fraksyona PDKê ragihandiye, ku 2 armanc li pişt cîbicîkirina wan siyasetên PKKê hene û wiha behsa wan armancan dike:

“Yekem: Derkevtina rûyê tirsnakê îdolojiya PKKê, ku Bingeha xwe ji totalîtarîzmê werdigire.

Duyem: Sernekvtina projeya wan a siyasî li Rojavayê Kurdistanê û veşartina vê şikestinê bi serkotkirina ewên ku weke wan hizir nakin”.

Li gorî daxuyaniyê, Fraksyona PDKê helwest û kiryarên PKKê şermezar dike û dibêje: “Em weke Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, ji bilî şermezarkirina wê tawana PKKê, herwiha em wan agahdar jî dikin, ku dest ji cîbicîkirina siyaseta tirsandin bihînin û ji wê zêdetir şermezarî û rûreşiya dîrokî ji xwe re tomar nekin, çimku cîbicîkirina ew viyan û siyasetên wisa, ji serşorî û şermezariya zêdetir tişteke din jê şîn nabe û di dawiyê de hî dê bikevne ber xezeba gel”.

Fraksyona Partiya Demorkata Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku PKKê 515 gundên Başûrê Kurdistanê ji her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xistiye bin kontrola xwe û ji ber wê yekê bûye sedema malwêraniyê û ji ber wê yekê jî daxwaz dike, ku divê PKK di demek herî nêzîk de ji deverên Başûrê Kurdistanê derkeve.

Li ser vê mijarê, PDK wiha dibêje:

“PKKê li Herêma Kurdistanê, ji ber dagîrkirina 515 gundan, ku 304 ji wan li parêzgeha Duhokê û 177 gund li parêzgeha Hewlêrê û 34 gund li parêzgeha Silêaniyê ne, bûye sedema kawilkariya wan gundan û ji ber wê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye weke pêwîst xizmetguzariyên pêwîst ji wan re dabîn bike, ji ber wê jî ew dagîrkarî jî ne tenê binpêkirinek li hember serweriya Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê ye, belku tawanek jî li dijî hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û gundnişînan bi taybet ye û rêgirî li hember proseya avedankirina welat e. Ji ber wê baştirîn rê ev e ku herî zû Herêma Kurdistanê biterkînin”.

Di dawiya vê daxuyaniyê de jî hatiye gotin: “Ezmûna çend salên bihorî selimandiye, ku PKK li her cihekî be, ji bilî wê ku nikare li gel ti kes û aliyekê li hev bike û keseskî din qebûl nake, belku bi hemû hêza xwe jî hewla têkdana dirûşta jiyana welatiyên jî dide û rêgiriyê li avedankirinê jî dike”.

Rûdaw

Diğer Haberler