Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
PDK: PKK li dijî Kurdan tevdigere

PDK: PKK li dijî Kurdan tevdigere

15 Mart 2017 Çarşamba 21:08
Polîtboruya PDKê derbarê reftarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û got, PKK li gorî pîlanên herêmî yên li dijî Kurdan tevdigere û li dijî hemû nirx û dirûşmên Kurdistanî tevdigere.

Polîtboruya PDKê derbarê reftarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û têde dilgiraniya xwe li hember wan reftaran nîşan da û got, PKK li gorî pîlanên herêmî yên li dijî Kurdan tevdigere û li dijî hemû nirx û dirûşmên Kurdistanî tevdigere.

Polîtboruya Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) îro çarşemî 15ê Adara 2017ê daxuyaniyek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de belav kir.

Di destpêka daxuyaniyê de, Polîtboruya PDKê dibêje: “Em bi dilgiraniyeke mezin ve nûçeya aloziyên çêkirî yên baskê PKKê yê li Rojavayê Kurdistanê dibihîsin, ku dîktatorane reftarê dike û bi zordarî û hêza çek û tirsandinê xwe sepandiye û hemû partî û rêxistinên siyasî xistine bin terora fikrî û siyasî û serkirdatî û endam û alîgirên wan dike derê û zîndanên xwe tije kirine ji têkoşerên Kurd û gişt çalakiyên siyasî qedexe kiriye û bêyî ti hincetekê êrişî ser baregehên wan dike û wan talan dike û dişewitîne. Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê zêdebarî dilgiraniyeke zêde, em wan cure reftaran bi tundî şermezar û mehkûm dikin”.

PDKê herwiha ragihand: “PKK li Rojava di bin navê PYDê de hildana Ala Kurdistanê û (hebûna) endamên partiyên ENKSê û her partiyeke din a ji bilî PKKê bi tawan dide zanîn û bi hizir û reftar li dijî hemû nirx û dirûşmeke Kurdistanî û serxwebûnxwaziyê ye û destê xwe tevli hemû wan projeyên herêmî kiriye, ku rê ji ji serkevtina xebata netewî û niştimaniya Kurdan digirin û heta bûye hêzek ku li gorî xwestekên wan pîlanan tevdigere”.

Di beşeke din a wê daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “ Ew reftarên PKKê ku bi navê PYDê ve dike, ji bilî qorixkirina qada siyasî û hemû şêwazên çalakiyên sivîl û demokratîk, herwiha dijatiyeke rûvekirî (aşkere) ya li hember xebata bi salan a gelê xweragirê Kurd li Rojava ji bo mafên xwe yên rewa ye. Hevdem ku PKK lihevkirinên jêr bi jêr (veşartî) ên îstîxbaratî bi rejîmên herêmî re dike û xwe dike beşek ji pîlanên herêmî yên encam nediyar, qurbanîdana Kurdan û xwîna hemû wan xortên egîd bi heder dide ku di şerê li dijî terorîstan de û ji bo rizgarkirina xaka Kurdan de cane xwe bexşîn”.

Rûdaw

Diğer Haberler