Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
PDK-T: Kerkûk dilê Kurdistanê ye, referandûm rewa ye

PDK-T: Kerkûk dilê Kurdistanê ye, referandûm rewa ye

07 Nisan 2017 Cuma 18:39
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya xwe bo Serxwebûna Kurdistanê û bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê ragihand.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê li avahiya xwe ya li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê PDK-T Şerefxan Cizîrî di civînê de amaje kir ku Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî cara yekem aniye zimên ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye û pêşmergeyên qehreman ji bo Kerkûkê xwîna xwe rijandine û Kerkûk bi nasnameya xwe bajareke Kurdistanî ye.

Di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hat amajekirin ku, ev yek mafeke rewa yê Kurdan e û şert û merc jî vê yekê pêwîst dike ku Kurd di derbarê çarenivîsa xwe de biryara xwe bidin. K24

Diğer Haberler