Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
PDK û YNKê, kuştina 3 jinên siyasetmedar ên kurd şermezar kirin

PDK û YNKê, kuştina 3 jinên siyasetmedar ên kurd şermezar kirin

12 Ocak 2013 Cumartesi 08:57
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), kuştina 3 jinên siyasetmedar ên kurd li Fransa şermezar kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), kuştina 3 jinên siyasetmedar ên kurd li Fransa şermezar kirin û ji Fransa xwestin demildest bikerên vê bûyerê bên dîtin û darizandin. PDK û YNK her wiha piştevaniya xwe bo xwepêşandanên dijî Malikî nîşan dan.

Piştî civîna polîtburoyên PDK û YNK li Silêmaniyê, daxuyaniyek ha weşandin.

Di daxuyaniyê de, ku di malpera fermî ya YNK (PUKmedia) de hat weşandin, her du partiyên hevpeyman li ser rewşa Iraq, Herêma Kurdistan û deverê gotûbêj kirin û daxwaza çareseriya nakokî û arîşeyên Iraqê bi taybet arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, bûyerê vê dawiyê yên Tirkiyê bi taybet hevdîtinên navbera dewlet û serokê PKK, Abdullah Ocalan bo çareseriya pirsa kurd li wî welatî jî erênî hat nirxandin û ji her du aliyên pirsa han hat xwestin “vê derfetê” baş bikar bînin.

Di beşek din a daxuyaniya civîna PDK û YNK de jî, kuştina 3 jinên siyasetmedar ên kurd li paytexta Fransa, Parîsê hat şermezarkirin û daxwaz ji Fransa hat kirin lêkolînên pêwîst li bara bûyerê de bê kirin û bikerên bûyerê bên dîttin û darizandin.

Civîna PDK û YNK li bajarê Silêmaniyê bi serperstiya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û cîgirê yekem ê sekreterê YNK, Kosret Resûl hat sazkirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler