Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
PDKê û YNKê jî piştgirî dan kampanya nasnameya kurdî

PDKê û YNKê jî piştgirî dan kampanya nasnameya kurdî

13 Ekim 2012 Cumartesi 13:25
Pêncşema borî (04.10.2012) nûnerên Almanya yên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û yên Yekîtiya Niştiman ya Kurdistanê (YNK) li Berlinê li hev kom bûn û li ser kampanya naskirina nasnameya kurdî li Almanyayê biryara piştgiriya kampanyayê dan.

Kampanya ji bo naskirina nasnameya kurdî li Almanyayê sala borî ji aliyê Yekîtiya Komelên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) hatibû destpêkirin û biryar e di 15ê vê mehê de ev daxwaza Kurdan di civîneke fermî ya Parlementoya Almanyayê de bê guftûgokirin.

Piştî bidawîhatina civînê, cîgirê komîta Almanyayê ya YNKê, Kirmanc Harîkî, derbarê naverok û encamên civînê de daxuyanî dan Rûdawê. Kirmanc Harîkî eşkere kir ku wan di civînê de biryar girtiye bu piştgiriya kampanyayê bikin. Navborî herwiha got: "Em weke YNK û PDK li Almanyayê ti kêşeyek me ligel wê yekê nîne ka kîjan rêxistin yan sazî ji bo vê kampanyayê cih digire an alîkariyê dide, lê me biryar girt ku bi hemû şiyayên xwe alîkariya kampanyayê bikin ji bo serxistina wê, heya bigihijin armanca xwe, ew jî ji bo nasandina nasnameya me ye." Harîkî herwiha behsa rola nûnerên PDKê jî kir got: "Bi pêşniyara wan em civiyan, helwesta wan erenî ye, em û ew bi hev re xwedî stratejiyeke hevpar in, ji bona vê kampanyayê jî nêrînên me nêzîkî hev bûn." Weke Kirmanc Harîkî got, eger ji bona karekî wiha Kurdên Almanyayê, bi taybetî jî partî û aliyên siyasî, li hev neyên, ev karesateke mezin e.

Sîpan Amêdî (PDK - Berlîn) jî ji bo Rûdawê da xuyakirin ku ew ligel endam û alîgirên xwe axivîne û biryar dane ku piştgiriya kampanyayê bikin, heta ku kampanya serbikeve û bigihije encamê. Amêdî diyar kir ku wan ev civîn ligel YNKê pêk aniye, daku bi hevre biryarê bidin.(Rûdaw)

Diğer Haberler