Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Pergala KCK Dê Bibe Sedema Şerê Navxweyî

Pergala KCK Dê Bibe Sedema Şerê Navxweyî

03 Nisan 2012 Salı 10:30
Parlamenterê AK Partiyê yê berê Abdurrahman Kurt, bi rojnamegera rojnameya Tarafê re hevpeyvîn pêkanî.

Kurt derbarê kurd, hikumet û pirsa kurd de daxuyaniyên balkêş da...

 “Pergala KCKê, dibe ku di nav Kurdan de şerê navxweyî derêxe.Kurd, dê bi Kurdan re pêvbiçin. Jixwe pêvçûna PKK- Hîzbûllah li herêmê belavê her derê bû. Ger pergala KCK bê dewam kirin, komên li herêmê jî dê dest bi çekan bikin.”

“dewlet jî, rêxistin jî hatin qefl kirin! dewlet di nav tirsa ewlekariyê de ye. Rêxistin jî di nav windakirina desthilatiyê de ye. Bi teqez ji  stratejiya Kurd a nû tiştek dernakeve! ... mebesta  dewletê  ew e ku bi tenê li hemberê êrîşên rêxistinê xwe biparaze, refek din ji xwe re çêbike.”  

“Kurd, xwîna xwe didin heyva sor a Tirkan! Ger ev qas Tirk bisekinin, Kurd xweseriyê jî bixwazin hindike. Li vî welatî Kurd, nebûn Tirk lê bûn Tirkiyeyî. Pêwîste ku dewlet, Tirk jî bibin Tirkiyeyî.”

Stratejiya AKP ê ya nû hûn çawa dinirxînin ?

Di vê stratejiye de bitenê yek tiştek nû heye. Ew jî ew e. Hikûmet eşkere kir ku bi fermî, bi ûnsurên Îllegalan re guftûgoyê nake.! Hikûmet dibêje “ger tu hin tiştan bi zorê li min bisepênî, tu nikrî bibî mixatabê min” . Hal ew e ku BDP ji serî ve tişta ku dixwasta çê bû.

Çi bû ?

BDP, digota “bila Îmrali û Qandîl wek mixatab bê girtin.Temam mixatab hatin girtin çi bû ? Farqîn qewimî . Çelê qewimî. Lê belê hikûmet çevê xwe girt ji bo bi rêxistinê re guftûgo bê kirin destûrê da. Di serî de me bi pêvajoya Oslo yê de dît ku MÎT, bi PKK re li ser masê gelek tiştên girîng axivîne. Lê PKK  guftûgoyan qedand.

Li gor we Qendîl bo na çi dev ji guftûgoyan berda ?

Gotin :“daxwazên me ne hatin pejirandin, protokol ne hat mohr kirin. bi vê riyê xwe diparêzin. Tiştek wisa tunene. Lewre guftûgo wisa nayê kirin. Tu tiştek dibêjî, yê din tiştek din dibêje, pêvajo wisa dewam dike heta ku encamek bê bi dest xistin.”çênebû, di cih de nikarî bibêjî ezê çekan bigrim dest şer berdewam bikim.” Hingê wateya wê ewe ku li vir pirsek din heye.

Li gor pirsa herî mezin çi ye ?

Yek hedefa PKK a wisa heye. Bi rastî PKK, dixwaze li ser pirsa Kurd li herêmê bibe desthilatdar. Rêxistin dibêje : “heke tu bixwazî pirsa Kurd safî bikî, divê tu pirse bi min re, divê wekî gotina min tu safî bikî. Li vê herêmê ji xeynî min tu kes tuneye” Dema ku guftûgo çêdibûya jî, bifikirin ku AKPî derneketin kolan û kûçeyan, di pêvajoya hilbijartinê de bi cidî rastî êrîş û gefan hatin. li Herêmê zarok û xizmên  serokên şaredaran hatin revandin.

Hikûmet êdî şûna PKK  dê bi BDP re guftûgoyan bike

Li gor we rewş dê biguhere ?

Ji bo Pirsgireka Kurdan, bitenê bi BDP re hevdîtin bê kirin dê çareseriya pevajoyê kem bimîne. Çimkî mile siyasî  ya pirsa Kurdan her kesî ye.. ne bitene ya BDPê ye. Divê mirov vê  yekê bizanibe. PKK, dixwaze Pirsgirêka  Kurdan di bin berpirsiyarîya xwe de  bihêle. Pirs li vir e. BDP ne nûnerê hemûyê Kurdan e. Li herêmê modela  BDPê wek Kemalîzmê ye. KCK-PKK-BDP pergala Kemalîzmê ya versiyona Kurdîye. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler