Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Perwerdehiya bi kurdî xwestin, 54 sal ceza xwarin

Perwerdehiya bi kurdî xwestin, 54 sal ceza xwarin

03 Aralık 2012 Pazartesi 14:37
Li Amedê 5 xwendekarên zanîngehê bi hinceta ku ji bo perwerdehiya bi kurdî çalakî li dar xistine û hevalê xwe Aydin Erdem bi bîr anîne, bi tevahî 54 sal ceza xwarin.

Li Amedê 3 sal in 5 xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi hinceta ku ji bo perwerdehiya bi kurdî çalakî li dar xistine û hevalê xwe Aydin Erdem ku dihate îdiakirin ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin bi bîr anîne, têne darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn, biryara xwe ya derbarê bersûcan de da. Her xwendekarek di navbera 7 û 17 sal de ceza xwarin. Cezayê hemû xwendekaran bi tevahî 54 sal dike.

Malbata Aydin, derbarê polîsan de doza tazmînatê vekiribû. Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê jî derbarê kuştina Aydin de parêznameya xwe şand dadgehê. Wezaret îdia dike ku Aydin Erdem qisûreke mezin kiriye. Dadgehê jî derbarê polîsan de biryara neşopandinê da.

Xwendekarên ku ceza xwarin ev in:

Nîlgun Ozkaran, Cuma Karakuş, Derya Moray, Eray Olçen û Ramazan Durmaz.(Rûdaw)

Diğer Haberler