Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Perwerdeya zimanê dayîkê mafeke dest jê nayê berdan e

Perwerdeya zimanê dayîkê mafeke dest jê nayê berdan e

07 Ekim 2012 Pazar 12:49
Parlamenterê AKPê yê Amedê Galîp Ensarioglu diyar kir ku perwerdeya zimanê dayîkê mafeke dest jê nayê berdan e.

Galip Ensarioglu di civîna bi navê ‘Siyaseta Perwerdeya Zimanê Dayîkê’ ya ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê ve hatî amadekirin de axivî. Ensarioglu wiha got: “Kurd daxwaza ji bo zimanê dayîkê ti carî nakim meseleya bazarê û bi ti awayî dest jê bernadin. Divê bi awayekî bihêz ev yek bê zanin. Ez jî di nav de, kurd zimanê dayîkê wekî mafekê dibînin û wekî mafek em dest jêberdanin bi nav dikin. Li Stenbolê perwerdeya ermenî û rûmî heye. Bi van zimanan perwerde tê dayîn. Ji bilî vane dibistanên bi inglizî û fransî dersê didin hene. Lê dema mesele dibe kurd, ji wan re tê gotin, ‘Hun ne kêmenetew in.’ Ez ne kêmenetew im, lê mafê kêmenetewan jî ji min re nas nakin. Ev tiştekî çawa ye? Ger ez piranî me û welatiyê wekhev im, divê li gor hiqûqê tevgerkirin çêbe.”

Perwerdeya zimanê dayîkê mafeke

Galip Ensarioglu diyar kir ku belkî heta duh jî di zîhniyeta partiya wî de dersa bijarte nebe, lê niha dersa bijarte ya kurdî tê dayîn. Ensarioglu anî ziman ku dersa bijarte ji bo dewletê tiştekî nû ye û wiha got: “Ev têr nake. Daxwaz jî ne ev e. Ya giring divê ev di zemînekî rast de bê guftûgokirin. Perwerdeya dayîkê mafeke, divê sedî sed ev maf bê naskirin. Kurd dest ji vî mafî bernadin û paşde gav navêjin.”(Rûdaw)

Diğer Haberler