Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Pêşangeha Çandinî û Sewalvaniyê li Diyarbekirê pêk tê

Pêşangeha Çandinî û Sewalvaniyê li Diyarbekirê pêk tê

10 Nisan 2012 Salı 19:21
TUYAP “Pêşangeha Çandinî û Sewalvaniyê ya Rojhilata Navîn” li Diyarbekirê li dar dixe.

Diyarbekir 10 Nîsan  – TUYAP “Pêşangeha Çandinî û Sewalvaniyê ya Rojhilata Navîn” li Diyarbekirê li dar dixe. Ji 16 welatan 171 kargeh û fîrma tevli pêşangehê dibin. Ji Başûrê Kurdistanê jî dê tevlibûn çêbibe.

“Pêşangeha 4’emîn a Çandinî, Sewalkarî, Mirîşkvanî û Endîsturiya Şîr a Rojhilata Navîn” di navbera 11-15’ê nîsanê de, li Diyarbekirê çêdibe. Midûrê Giştî yê TUYAP’ê Îlhan Ersozlu, li otelek bi civîneke çapameniyê diyar kir ku pêşangeh ji bo herêmê û Tirkiyeyê pêşveçûneke stratejîk e.

Ersozlu, destnîşan kir ku pêşeroja herêmê û ji bo mezinkirina vê pêşangehê çi ji destê wan bê, dê bikin. Ersozlu, da zanîn ku dê ji 16 welatan 171 fîrma û kargeh tevli vê pêşangehê bibin û alavên van qadan nîşan bidin.

Îlhan Ersozlu, di axaftina xwe de destnîşan kir ku dê ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî gelek fîrma tevli pêşangehê bibin û danûstandinên xwe xurt bikin. Musteşarê Serokê Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî dê di vekirina pêşangehê de amade bibe.

AKnews
 

Diğer Haberler