Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Pêşî gundên Culemêrgê xira kirin niha dixwazin bajar jî xira bikin’

‘Pêşî gundên Culemêrgê xira kirin niha dixwazin bajar jî xira bikin’

03 Ocak 2013 Perşembe 17:56
Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu, li hemberî daxwaza cihguhertina bajarê Culemêrgê li hemberî Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan nerazîbûn nîşan da û got: “Berê hemû gundên Culemêrgê xira kirin. Zozan qedexe kirin. Niha jî dixwazin bajêr xira bikin.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di gera xwe ya Ruhayê de li ser Culemêrgê jî axaftinek kir. Erdogan, got erdnîgariya Culemêrgê rê nade ku bi pêş bikeve û destnîşan kir ew ji bo pêşvebirina Culemêrgê dixwazin bajêr neqlê Geverê bikin. 

‘Pereyên neqilkirina cih li pêşveçûnê mesref bikin’

Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu, derbarê gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan de ji Rûdawê re axivî. Bedirhanoglu, diyar kir heke Erdogan bi niyeteke baş ev gotin kiribin wê çaxê bila van pereyên ji bo neqilkirinê xerç dikin ji bo pêşveçûna Culemêrgê xerç bikin û wiha got: “Heke niyeta Birêz Erdogan dirûst be, ew pereyê ku ji bo neqilkirina Culemêrgê dide, bila ji bo Culemêrgê mesref bike. Wê çaxê dê Culemêrg bibe bajarekî herî pêşketî yê dinyayê. Tenê sedemek pêşdeneçûna Culemêrgê heye ew jî sîstema Tirkiyeyê ye.” 

‘Cîranê du dewletan e lê deriyên sînor girtî ne’

Şaredar Bedirhanoglu, destnîşan kir dewlet naxwaze razemeniyê li Culemêrgê bike û got nevekirina deriyê sînor ê li Çelêya Culemêrgê jî nîşaneya vê ya berbiçav e. Bedirhanoglu, ev tişt gotin: “Em bang li Serokwezîr dikin ku derheqê Culemêrgê de dev ji niyetên xwe yên xirab berde.  Taybetmendiyên pir girîng ên Culemêrgê hene. Eger mesrefê li Culemêrgê bikin dê Culemêrg bibe bajarekî herî xweş ê Tirkiyeyê. Heta niha ji bo vekirina derî tu xebat nehatiye kirin. Culemêrg ew potansiyela pêşveçûna aborî heye. Culemêrg li Tirkiyeyê bajarekî bi tenê ye ku cînarê du dewletan e. Ev avantajeke pir girîng e. Heke dewlet bihêle Culemêrg ji vê avantajê sûd werbigre dê aboriya Culemêrgê bi pêş bikeve.” 

Bedirhanoglu, got erdnîgariya Culemêrgê têrî xwedîkirina 10 milyon heywanan dike û ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê li bajêr sewalvanî têk çûye. Bedirhanoglu, nêrîna xwe wiha anî zimên: “Erdnîgariya Culemêrgê potansiyeleke wisa ye ku dikare 10 milyon heywan lê bê xwedîkirin. Lê niha encax milyonek dikarin xwedî bikrin. Sedem dewlet e. Berê hemû gundên Culemêrgê xira kirin, zozan qedexe kirin. Gund hemû xira kirin ne bes e, niha dixwazin bajaran jî xira bikin.”

Maşallah Dekak / Rûdaw

Diğer Haberler