Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Pêşmerge di nava amadekariyan de ne

Pêşmerge di nava amadekariyan de ne

17 Kasım 2012 Cumartesi 12:08
Birîkarê wezareta pêşmergeyan Enwer Hacî Osman: “Hêzên pêşmerge û wezîrê pêşmergeyan bi xwe jî ji bo rûbirûbûna her egerekê li navçeya Dûbiz û çiyayê Keywanin, lê heta niha ti tiştekî nû nîne.”

Birîkarê wezareta pêşmergeyan Enwer Hacî Osman ji Rûdawê re got: “Hêzên pêşmerge û wezîrê pêşmergeyan bi xwe jî ji bo rûbirûbûna her egerekê li navçeya Dûbiz û çiyayê Keywanin, lê heta niha ti tiştekî nû nîne.”

Duh li bajarê Xurmatû di navbera pêşmerge û hêzên leşkerî yên Îraqê de şer derket. Di encama şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek hêzên ewlekarî jî birîndar bûn.

Piştî şerê li Xurmatû rû da, bi taybetî di derbarê hejmara birîndaran de agahiyên ji hev cuda hatin belavkirin. Herwiha di derbarê sedema şerê pêk hatiye jî agahdariyên ji hev nakok têne belavkirin. Heta niha daxuyaniyek fermî ya sedemê pêkhatina şer û hejmara tekûz ya birîndaran de nehatiye belavkirin.

Welatiyek mir û gelek leşker birîndar in

Li gor agahdariyên ketine destê Rûdawê, ji yên birîndar 7 jê leşkerên Îraqê ne û 1 jî pêşmerge ye. Herwiha welatiyekî ku di dema pevçûnê de birîndar bû, piştî rakirin nexweşxaxeyê jiyana xwe ji dest da.

Ji hêlan din ve revêberê giştî yê ragihandin, rewşenbîrî û hişyariya niştimanî, Helgurd Hikmet Mela, ji Rûdawê re daxuyand ku ev şer di encama pirsgirêkek şexsî ya di navbera leşkerekî kurd û polîsê fedaral de pêk hatiye.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer jî di daxuyaniyek taybet de diyar kir ku şerê pêk hatiye, şerekî şexsî bûye û kêşaya rû daye niha hatiye çareserkirin.

Diğer Haberler