Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember hevdu dimînin

Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember hevdu dimînin

01 Aralık 2012 Cumartesi 12:47
Acizbûna siyasî ya li ser sînor di navbera Hewlêr û Bexdayê de heta radeyeke mezin lûsiyaye, lê hêjî topavêj û çekên giran ligel hejmareke zêde ya leşker û pêşmergeyan li hember hevdu rawestiyane.

Bi dîtina endamekî komîteya pêşmergeyan, ew şer her rû dide, niha be yan dereng, "lê rojekê zûtir wî şerî ligel Bexdayê yekalî bikin çêtir e."

Piştî proseya azadiya Iraqê, ev cara çaran e hêza pêşmergeyan û artêşa Iraqê li hember hevdu radiwestin, sê caran jî di serdema serokwezîrtiya Malikî de bû. Rûbirûbûna dawî di destpêka hefteya borî de li qezaya Dûzxurmatû ya li ser parêzgeha Tikrîtê pêkhat û şerekî yek demjimêrî rû da.

"Her çekeke wî hebe aniye"

Parlementerê Fraksyona Goran di Parlementoya Kurdistanê de, Burhan Reşîd, ji niyetpaqijiya Malikî bawer nake, gava peyam bo Mesûd Barzanî şandiye, daku vegerin bo pêkana hêza hevbeş, ku di 2009ê de li ser li hev kiribûn: "Ev tenê bo demekê ye û gava zanî dikare şerê derxistina pêşmergeyan bike, dike." Ew parlementer, ku endamê komîteya karûbarên pêşmergeyan e di Parlementoya Kurdistanê de, bi awayekî eşkere nerîna xwe diyar dike: "Pêwist e Herêma Kurdistanê rijd be li ser wê yekê ku fermandariya operasyonên Dîcle nemîne û nehêlin jî were pişt Hemrîn."

Navborî derbarê hejmara hêz û çekên artêşa Iraqê de behsa "nêzîka 200 hezar çekdaran" kir, herwiha got: "Her çi çekên giran hene aniye sînor, 6 hêzên zirîpoş li wir belav kirine." Burhan Reşîd, li gor madeya 9ê ya destûra Iraqê, hemû tevgerên Malikî li derveyî yasayê dibîne: "Ew nikare hêzên leşkerî di kêşeyên siyasî û navxweyî de bi kar bîne û danîna fermandariya hêzan û navê wan cihê gengeşeyê ne."

Endamê komîteya karûbarên pêşmergeyan di Parlementoya Kurdistanê de, Fazil Beşaretî, piştrast e ku pêşmerge û artêşa Iraqê wê şer bikin û wan navçeyan bi rêya şer yekalî dikin, "îro be yan du salên din." Ew parlementerê PDKê, ku xortaniya xwe di pêşmergetiya li serê çiyayan de borandiye, dibêje: "Em wî şerî zûtir bikin çêtir e, ji sê milan ve hatiye navçeyên cihê nakokiyê, hemû çekên giran bi wan re hene û heman çek bi pêşmergeyan re jî hene."

Artêşa Iraqê 140 tank anîne

Ji xeynî giraniya fermandariya operasyonên Dîcle bi fermandariya Ebdilemîr Zêdî, di sêşema borî de çend hêz ji yekîneyên 34-35-36 ên girêdayî hêza 9ê ji Tacî jî anîne herêmê, ku ti pêwendiya wan bi operasyona Dîcle ve nîne.

Fazil Beşaretî wiha wêneyê rewşa sînor diyar dike: "Pozê wan li ber pozê hev e, pêşmerge li wir dimînin û ew jî artêşa xwe venakişîne." Lê qaymeqamê Dûzxurmatû Şelal Ebdul rewşa niha ya bajarok û derdora wî wek "pirr asayî" bi nav kir û got: "Hêzeke mezin a artêşa Iraqê li wir e û 140 tank jî bi wan re ne, lê nehatine nava bajarok."

Şelal Ebdul zehmet dibîne ku careke din şer rû bide: "Hêzeke berçav a pêşmergeyan li vir e û çavdêriya rewşê dikin, şiyana wan pêşmergeyan heye ku di hundirê du saetan de navçeyê kontrol bikin, eger şer derkeve."

"Komîteya navxwe lampeya kesk bo Dîcle pêxistibû"

Endamê komîteya navxwe ya Parlementoya Iraqê, Şiwan Mihemed Teha, red kir ku ew wek parlementerên kurd di komîteya ewlekarî û navxwe de bêdeng bûbin, "lê Malikî guh nade ti daxwaz û lêpirsîneke parlamentoyê û dezgehên çavdêriyê." Navborî dibêje, gava komîteya wan li ser wê rewşa aloz civiya, wî û parlementerê YNKê Hesen Cîhad civîn boykot kirine û derketine derve: "Baweriya hemûyan wiha bû ku Malikî û hêza Dîcle karekî dirust dikin."

Li sînorên parêzgeha Mûsilê, ku beşek ji navçeyên cihê nakokiyê ye, rewş asayî ye, lê li Dûzxurmatû, Kerkûk, Xalis û Diyale hêz xwe ji şerê hevdu re amade dikin. Li gor zanyariyên çavkaniyeke ewlekariyê, "piştî nûçeya amadekariyên pêşmergeyan li Xaneqîn û derdora wê, yekîneyeke artêşa Iraqê bi piştgiriya tankan gihiştin navçeyê." Lê fermandarê hêzeke pêşmergeyan li Xaneqînê ji Rûdawê re got: "Heta vêga me tevgereke gumandar ji wan nedîtiye. Heta ku pêwist be emê li deverê bimînin."

Ji wê rojê ve ku aloziyên sînor gihiştin keviya teqînê, li ser hev welatiyên Herêma Kurdistanê serdana wan hêzan dikin û piştevaniya xwe ji wan re nîşan didin. Her di wê çarçoveyê de bi rêya tevna civakî ya Facebookê grûpa Mad hat pêkanîn û serdana dawîtirîn çepera pêşmergeyan kir û hezkirina xwe ji wan re teqez kirin. Yekî wan kesan bi navê Ebdulla Cebar di rûpela xwe de nivîsiye: "Em amade ne bo piştgiriya birayên me yên pêşmerge herin şer."(Rûdaw)

Diğer Haberler