Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Pêwist e wek Herêma Kurdistanê tevbigerin’

‘Pêwist e wek Herêma Kurdistanê tevbigerin’

03 Ağustos 2012 Cuma 23:07
Bi baweriya çend pisporên rojavayî, otonomî rêya herî baş e ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku berî rûxandina rêjîma Beşar Esed daxwaz bikin.

Bi baweriya çend pisporên rojavayî, otonomî rêya herî baş e ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ku berî rûxandina rêjîma Beşar Esed daxwaz bikin. Kurdan şiyar jî dikin ku xwe tevlî hevrikiya Erebên Sûriyê nekin û deverên xwe biparêzin û navçeyeke aram wek Herêma Kurdistanê damezrînin.

Zêdeyî heftiyekê ye ku proseya azadbûna bajarên Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye, di heman demê de hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê jî zêdetir bû û gihişt 11 hezar kesan. Li gor şîroveyên medyaya cîhanê û Tirkiyê jî, “Kurdistaneke din” jî tê dirustkirin, ku qesta wan azadbûna Rojavayê Kurdistanê ye.

Bi baweriya mamosteyê zanîna siyasî li zanîngeha Tennessee ya amerîkî, Dr. Michel Gunter, di siberojê de otonomî baştirîn çareserî ye ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê: “Kurd, ku pirraniya wan dikevin bakur-rojhilatê Sûriyê û kêmîne ne li Sûriyê, her çiqasî gellek tişt mane ku bi dest bînin, lê rêya herî baş ji bo siberojê, otonomî ye.”

Heftiya borî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel kanala El-Cezîre ya îngilîzî ragihand ku li Herêma Kurdistanê perwerde û rahênan bi wan leşkerên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ku ji nav artêşa Esed reviyane, tê kirin, daku dûre berevaniya deverên kurdî bikin. Ev daxuyanî jî bû sedema derketina reaksiyonên alîgirên Sûriyê û Îranê li Îraqê. Herwiha Barzanî derbarê parastina yekrêziya Kurdan li Sûriyê jî got: “Baştirîn hevkarî ku em bikarin ji wan re dabîn bikin ewe ku pêgeheke wan a hevgirtî hebe û em di vê yekê de jî serkeftî bûn.”

Li gor raporeke rojnameya Hurriyet a tirkî jî, Tirkiye ji zêdekirina çekên Kurdan li Sûriyê û çûna gerîllayên PKKê ji bo deverên kurdî yên Sûriyê tirsiyaye, ku li gor hinek nûçeyan 2 hezar gerîlla çûne wan deveran. Ev agahî ji aliyê ti çavkaniyeke kurdî bi awayekî eşkere nehatiye piştrastkirin. Artêşa Tirkiyê jî dora 2 hezar leşker biriye ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê li tenişta bajarê Mêrdînê. Tirkiye dibêje ew ne li dijî mafê Kurdan in li Sûriyê, lê rê nadin PKKê ku Rojavayê Kurdistanê kontrol bike.

Her çiqasî di heftiya borî de desteyeke 10 kesî bi navê “Desteya Bilind a Kurdî” ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêk hat, ku li gor lihevhtina peymana Hewlêrê ye, lê ligel vê yekê jî şarezayekî brîtanî dibêje ji ber nakokiyên di navbera aliyên kurdî de, nerîngeheke hevgirtî li ser çarenivîsa Kurdan li Sûriyê nîne. Mamosteyê zanîna siyasî li kolêja King li bajarê Londonê, Dr. Bill Park, ji Rûdawê re got: “Ji ber ku çend nerînên cuda di nav Kurdên Sûriyê de hene, egereke mezin heye nerîngeha Kurdên Sûriyê derbarê çarenivîsa wan li Sûriya nû ne hevgirtî be û dibe ku hinek kes bixwazin di hikûmeteke hevbend de beşdar bin û hinek jî daxwaza otonomiyê bikin.”

Herwiha ew pisporê brîtanî Kurdên Rojava agahdar dike ku hewl bidin xwe tevlî nakokiyên Erebên Sûriyê nekin û got: “Pêwist e Kurd deverên xwe biparêzin û xwe tevlî hevrikiya Ereban nekin û mîna Herêma Kurdistanê navçeyeke aram ji xwe re damezrînin.”(Rûdaw)

Diğer Haberler