Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Pêwîste pirsa kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin’

‘Pêwîste pirsa kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin’

24 Ekim 2012 Çarşamba 17:25
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku dem dema çareserkirina pirsgirêk û aloziyan a bi rêya diyalogên şaristanî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana civiya. Di civînê de pêşketinên dawî yên li Kurdistan û navçeyê hatin guftûgokirin.

Barzanî di civînê de wiha got: “Ev dem dema xebata parlamento, siyasî, ragihandin û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogên şaristiyane ya durî şiddetê ye. Gelê me dikare bi van riyan sûd werbigre.”

Leyla Zana tevî bilind nirxandina rolê Barzanî ya ji bo komkirina navmala kurd û pirsgirêkên tên pêşiya kurdan, bal kişand ser çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê.

Hevdîtina navbera Mesûd Barzanî û Leyla Zana di demekê de ye ku îro dadgeha cezayê giran a Tirkiyê cezayê 10 salan ê li Zana biriyî kêm dît, ji ber 9 axaftinên cûda û bi îdiaya propaganda rêxistinê kiriye û endamê rêxistinê ye, daxwaz kir ku ji bo her axaftinekê 9 caran bê cezakirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler