Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Piraniya rojnamevanên li Tirkiyê girtî kurd in’

‘Piraniya rojnamevanên li Tirkiyê girtî kurd in’

23 Ekim 2012 Salı 08:22
Komîteya Parastina Navneteweyî ya Rojnamevanan (CPJ) di rapora xwe ya derbarê azadiya çapemeniyê de diyar kir ku Tirkiye di astekî krîzê de ye û got: “Piraniya rojnamevanên li Tirkiyê girtî kurd in.”

Komîteya Parastina Navneteweyî ya Rojnamevanan (The Committee to Protect Journalists – CPJ) di rapora bi navê ‘Krîza Azadiya Çapemeniyê ya Tirkiyê’ bal kişand ser zextên ku li Tirkiyê li hemberî rojnamevanan tên kirin û rojnamevanên girtî.

CPJ diyar dike ku li Tirkiyê 76 rojnamevan girtîne û ji vana herî kêm 61 rasterast di nava karên rojnamevaniyê de ne. Di raporê de tê gotin ku pirsa azadiya rojnamevaniyê ya li Tirkiyê gihiştiye astekî krîzê.

CPJ rexneyê li serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a derbarê dîtina hikûmetê ya li rojnamevanan de digre û wiha dibêje: “Hikûmeta Serokwezîr Erdogan di dîroka nêz de li hemberî çapemeniyê di cîhanê de êrişa herî mezin dimeşîne. Erdogan rasterast êrişî rojnamevanan dike, dezgehên çapemeniyê û nivîskarên nivîsan dinivîsin hişyar dike yan jî neçar dike ku ji kar bavêjin.”

Herwiha di rapora CPJê de tê gotin ku hêjmara rojnamevanên girtî ji ya rojnamevanên li Îran, Erître û Çînê ku herî zêde zextê li rojnamevanan dikin zêdetire.

Rapora CPJê behsa rojnamevanên kurd ên girtî jî dike. Di raporê de tê gotin ku Yasaya Tekoşîna li dijî Terorê hem demên derbas bûyî û hem jî di van du salên dawiyê de li dijî rojnamevanên kurd wekî darekê ye.

Di rapora CPJê de tê gotin ku piraniya rojnamevanên di girtîgehê de kurd in û rapor wiha didome: “Hikûmet, nûçeyên derbarê PKK an jî grûbên din ên kurdan ên ne yasayî tên çêkirin, bi bihaneyên ‘arîkariya rêxistinê dikin’ xebatên rojnamevanan wekî ‘çalakiyên terorî’ bi nav dikin.”

CPJ destnîşan dike ku li gor lêkolîna di tebaxa 2012an de hatine kirin, ji 76 rojnamevanên li Tirkiyê di girtîgehan de zêdetirî sedî 70ê wan kurd in û wiha tê gotin: “Pirsa kurd û pirsa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê pirsên herî vekêşayîne.” Rapor balê dikişîne ser wê yekê aqûbeta rojnamevanên kurd di heman demê de bi tekoşîna mafê kurdan ve girêdayiye.

CPJê herwiha ragihand ku ji sala 2011an ve 500 hezar doz derbarê rojnamevanan de hatine vekirin û ev yek jî tê wateya binpêkirina standartên navneteweyi yên azadiya çapemeniyê.

Rêveberê CPJê Joel Simon bal kişand ser polîtîkayên hukûmeta Tirkiyê yên ji bêzarkirina rojnamevanan û got; “Divê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dest dest ji êrîşên li ser çapemeniyê berde, divê ji bo rojnamevanan edaletê pêk bîne û azadiya çapemeniyê jî bixe bin garantiyê."

CPJ’ê ji bo pêşxistina azadiya çapemeniyê pêşniyar ji hikûmeta Tirkiyê kir; "Divê dewleta Tirkiyeyê hemû rojnamevanên ji ber xebatên rojnamevaniyê hatine girtin serbest berde. Divê dest ji sucdarkirina rojnamevanan ên ji ber şîrove û nûçeyan berde û divê dest ji darizandina demdirêj a rojnamevanên girtî berde. Divê hukûmeta Tirkiyê teqez di hemû yasayên rûtîn ku li dijî azadiya çapemeniyê tên karanîn, reforman bike. Divê Konseya Ewropayê û DYA di hevdîtinên bi rayedarên Tirkiyeyê re pêk tînin de her tim mijarên azadiya çapemeniyê û ramanê bînin rojevê û divê pêkanîna standardên azadiya çapemeniyê û ramanê weke prensîba bingehîn bê diyarkirin."(Rûdaw/BBC Turkçe)

Diğer Haberler