Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
Pîrozbahiya ’Xweseriya Demokratîk’

Pîrozbahiya 'Xweseriya Demokratîk'

11 Ağustos 2010 Çarşamba 01:01
Biryarên ku di 4'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatin wergirtin, li Rihayê û navçeya Rihayê Wêranşarê bi şahiyan hatin pîrozkirin.
Biryarên ku di 4'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatin wergirtin, li Rihayê û navçeya Rihayê Wêranşarê bi şahiyan hatin pîrozkirin.

Di şahiya ku li Parka Antin a li ber avahiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Wêranşarê hate lidarxistin û fişekên hewayî hatin teqandin de parlamenterê Rihayê Îbrahîm Binici û rêveberên partiyê jî beşdar bûn.

Di şahiya ku nêzî hezar kes beşdar bûnê de, pankarta "Bijî Kurdistana Xweser a Demokratîk" hate vekirin.

Her wiha ji bo şahiyê li 32 deverên cuda yên navçeyên fîşekên hewayî hatin teqandin û govend hate gerandin.

Îbrahîm Binici ku armanca pîrozbahiyê ji AKnewsê re nirxand, diyar kir ku ew pêşbîniya pergaleke ku gel pirsgirêkên xwe çareser bike dikin û got, "Pirsgirêk li ku derê be divê li wirê bê çareserkirin. Navê vê jî xweseriya demokratîk e. Tevahiya gelê me biryarên KCD'ê pejirandin. Ev coş jî nîşaneya vê ye."

Di rojên borî de li Diyarbekirê 4'emîn Lijneya Giştî ya KCD'ê hatibû lidarxistin. Di civîna ku Ahmet Turk û Aysel Tugluk wekî hevserokên KCD'ê hatibûn hilbijartin de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd "Xweseriya Demokratîk" hatibû xwestin.

AKnews

Diğer Haberler