Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Pirtûka Sor’ a Tirkiyeyê Tê Guhertin

'Pirtûka Sor' a Tirkiyeyê Tê Guhertin

20 Ağustos 2010 Cuma 14:14
Tê diyarkirin ku pêşnûmeya hikûmetê pêşkêşî endamên Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) kiriye, dê cotmehê bikeve meriyetê.
Li Tirkiyeyê tê plankirin ku "Pirtûka Sor" tê de gefên li rejîmê û stratejiyên li hemberî wan gefan heye û bi salan e tê nîqaşkirin, bê guhertin. Tê diyarkirin ku pêşnûmeya hikûmetê pêşkêşî endamên Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) kiriye, dê cotmehê bikeve meriyetê.

Li gorî nûçeya rojnameya Bugunê, "Pirtûka Sor" an jî bi navê fermî "Belgeya Siyasetê ya Ewlekariya Neteweyî (MGSB)" herî dawî di 2005'an de hatibû rojanekirin. AK Partiya ku di destpêka îktîdara xwe de niakribû vê guherînê bike, niha bi avantajên konjektura siyasî pêk tîne.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku pêşnûmeya belgeyê berevajî salên berê, ne ji hêla Sekreteriya Giştî ya MGK'ê ve lê ji hêla Serokwezîrtiyê ve hatiye amadekirin. Dema ku ev pêşnûme hatiye nivîsandin ramanên wezaretên navxweyî û derve, Serfermandarî û MGK'ê jî hatine standin. Her wiha di amadekirina vê pêşnûmeyê de mînakên DYA, Înglistan, Rûsya û Fransayê hatine li ber çavan hatine girtin.

Hate diyarkirin ku Serokwezîr pêşnûmeya belgeyê di civîna duhî ya MGK'ê de pêşkêşî endamên leşker ên MGK'ê kiriye ew endam dê heta cotmehê pêniyarên meqamê xwe pêşkêşî Serokwezîrtiyê bikin.

Di belgeya nû de çalakiyên ku di qanûn û Destûra Bingehîn de wekî sûc nayên dîtin, dê wekî "gef" neyên qebûlkirin. Her wiha îstixbarata neqanûnî û deqkirin dê bi dawî bibe û welatên cîran jî dê wekî "gef" neyên dîtin.

- MGSB Çi ye?

MGSB, ji ber berga xwe ya sor, li Tirkiyeyê wekî "Pirtûka Sor" tê binavkirin. Ev pirtûk bi erêkirina Lijneya Wezîran bi Qanûna MGK'ê tê amadekirin û her 5 salan carekê tê nûkirin. Di belgeya ku bi nepeniyeke mezin tê parastin de gefên navxweyî û derve û stratejiyên li hemberî wan tê ravekirin. Ji bilî rayedarên payebilind ên dewletê, tu kes belgeyê nabîne û tu kes derbarê naveroka wê de bi teqezî nayê agahdarkirin. Belgeya ku pêşkêşî parlamentoyê nayê kirin, wekî "destûra nepen" a dewletê tê binavkirin û ji ber ku wekî çavkaniya sepandinên nedemokratîk tê dîtin, tê rexnekirin.

AKnews

Diğer Haberler