Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Pisîka Wanê Dest Bi Şovê Dike

Pisîka Wanê Dest Bi Şovê Dike

10 Ağustos 2010 Salı 23:37
Berî Şampiyonaya Basketbolê ya Cîhanê ya 2010'ê ku ji aliyê Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê tê lidarxistin, li Wanê dê konser û pêşandan bên kirin.
Berî Şampiyonaya Basketbolê ya Cîhanê ya 2010'ê ku ji aliyê Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê tê lidarxistin, li Wanê dê konser û pêşandan bên kirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Wanê, berî Şampiyonaya Basketbolê ya Cîhanê ku 26'ê Tebaxa 2010'ê li Tirkiyeyê dest pê dike, ji aliyê Federasyona Basketbolê ya Tirkiyeyê ve li gelek bajaran dê gelek basketbol-show û konser bêne organîzekirin.

Ji ber ku Pisîka Wanê maskota şampiyonayê ye dê ev pêşandan rojên 11-12'ê Tebaxê li vî bajarî bi rê ve biçin.

Li gorî daxuyaniyê, showên ku dê 2 rojan bêpere bêne lidarxistin, êvara 12'ê Tebaxê saet di navbera 21.30-23.30'ê de Koma Haydut dê konserekê pêşkêş bike.

AKnews

Diğer Haberler