Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Pişka lîgên fûtbola Kurdistanê hat avêtin

Pişka lîgên fûtbola Kurdistanê hat avêtin

28 Ağustos 2012 Salı 23:27
Pişka lîgên pile yek û du yên fûtbola Kurdistanê hat avêtin û tîmên Kurdistanê bi çend koman hatin dabeşkirin.

Li avahiya federasyona fûtbola Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, duh civînek hat sazkirin û tê de pişka lîgên pile yek û du yên Kurdistanê hat avêtin.

Di civînê de biryar hat dayîn, tîm bi şêwazê du koman bên dabeşkirin, ji bo ku klûb û tîm bikaribin alîkariyê werbigirin û rastî tengaviyên darayî nebin û tîmên bajar û deverên nêzîk bi hev re bilîzin.

Tîm bi vî awayî hatin dabeşkirin:

Koma yekem: Teaxî, Altun Kopru, Pîşesazî, Çoman, Berdereş, Cîhan, Xebat, Şeqlawe, Mexmûr.

Koma duyem: Sîrwanî Şarezûr, Serçinar, Keywan, Kifrî, Raniye, Dûkan, Dûz, Sûlav, Dobz.

Yariyên koma yekem û duyem jî wiha hatin dabeşkirin:

Koma yekem:

Altun Kopru-Şeqlawe
Xebat-Teaxî
Mexmûr-Cîhan
Çoman-Pîşesazî
Berdereş (li bendê ye)

Koma duyem:

Dûkan-Kifrî
Dûz-Dobz
Keywan-Sûlav
Sîrwanî Şarezûr-Raniye
Serçinar (li bendê ye)

Hat zanîn, yariyên lîgên fûtbolê yên Kurdistanê dê meha Kanûna îsal dest pê bike û roja destpêkirinê jî dê ji aliyê federasyona fûtbola Kurdistanê ve bê kifşkirin.

Her wiha pişka xola xortên Kurdistanê jî hat avêtin ku ew jî bi şêwazê du koman hat dabeşkirin:

Koma yekem: Newroz, Sîrwanî Nwê, Helebce, Xaneqîn, Şehîdan, Aştî, Çemçemal, Derbendîxan, Sewre.

Koma duyem: Birayetî, Ala, Aso, Pêşkewtin, Soran, Koye, Akrê, Gare, Xak.

Yariyên lîga han jî wiha hatin kifşkirin:

Koma yekem:

Helebce-Şehîdan
Sewre-Newroz
Çemçemal-Derbendîxan
Aştî-Xaneqîn
Sîrwanî Nwê (li bendê ye)

Koma duyem:

Pêşkewtin-Gare
Birayetî-Xak
Aso-Ala
Akrê-Soran
Koye (li bendê ye)

AKnews

Diğer Haberler