Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Pişka şampiyoniya VIVA ya Kurdistanê îro tê avêtin

Pişka şampiyoniya VIVA ya Kurdistanê îro tê avêtin

27 Mayıs 2012 Pazar 07:08
Berpirsê ragihandina şampiyoniya VIVA ya Kurdistanê, Celal Perîşan, diyar kir, 27 Gulanê dê pişka yariyên şampiyoniya VIVA li bajarê Hewlêrê bê avêtin.

Celal Perîşan, ji AKnewsê re got, roja 27 Gulanê, pişka şampiyoniya VIVA ya Herêma Kurdistanê dê li salona civînan a klûba tîma Hewlêrê û bi amadebûna sekreterên federasyonên fûtbolê yên hemû herêmên cîhanê û serokê federasyona fûtbola Kurdistanê û gelek mêvan û rojnamevan bê avêtin.

Perîşan, diyar kir, yariyên şampiyoniyê dê bi şêwazê 3 komên 3 tîmî bên lîstin û ji her komekî dê tîmek derbasî qonaxa din bibe û bi vî awayî didome.

Şampiyoniya VIVA ya Herêma Kurdistanê, dê 4 Hezîrana îsal û bi beşdariya 9 tîman dest pê bike û hefteyekê bidome.

Tîmên ku beşdarî yariyên şampiyoniya VIVA ya Kurdistanê bikin, wiha ne: Herêma Kurdistan, Herêma Darfûr li Afrîqa, Herêma Tamîl li Srîlanka, Herêma Provîns li Frensa, Herêma Okstaniya li Frensa, Herêma Rêtiya li Swîsre, Herêma Zenzîba li Tanzaniya, Herêma Qibrisa Bakur û Herêma Çola Rojava li Afrîqa.

AKnews
 

Diğer Haberler