Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
PKK Şertê Hevdîtinê Diyar Kir

PKK Şertê Hevdîtinê Diyar Kir

01 Ekim 2012 Pazartesi 18:53
Bayik: Ger feraset neyê guhertin hevdîtinên Osloyê jî bê feyde ne

Endamê KCK’ê Cemîl Bayik daxuyaniyên Erdogan yên ‘Dibe ku hevdîtinên Îmrali û Osloyê ji nûve pêk bên” nirxand û got; “Wekî tê dîtin di her axaftinên Serokwezîr de bêsamîmiyetî heye, tenê karekterê şerê psîkolojîk heye. Ji ber vê sedemê jî heya ku feraseta xwe neguherîne hevdîtinên Oslo û Îmraliyê feydeyek nade.”

Endamê KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya di malpera rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin de, daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarê hevdîtinên Osloyê û Îmraliyê nirxand. Bayik got; “Beriya her tiştî ciddiyet û samimiyet.”
“Serokwezîr Erdogan dibêje ‘Dibe ku hevdîtinên Îmrali û Osloyê pêk bên’. Serokwezir tenê dixwaze hemleya psîkolojîk û taktîkî pêk bîne. PKK her roj dibêje ‘tendurîstî, ewlehî û azadî’. Serokewezîr li cihê ku otorîte û îtîbara Rêberê Gelê Kurd de fikaran biafirine, bila van şert û mercan pêk bîne. Bila bibîne ku bandora Îmraliyê li ser rêxistinê çawa heye.Ji ber vê sedemê jî heya ku feraseta xwe neguherîne hevdîtinên Oslo û Îmraliyê feydeyek nade.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler