Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Prof. Dr. Aslan Bîlîcî

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî

17 Haziran 2012 Pazar 13:09
Zanîngeha Dîcle û Sorbonnê ji bo perwerdeya kurdî li hev kirin

Zanîngeha Dîcleyê piştî biryara dersa bijarte, Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vekir. Zanîngeha Dîcleyê bi Zanîngeha Sorbonnê li Parîsê jî li hev kir. Bi akademîsyenê kurd Îbrahîm Seydo Aydogan re jî protokol hate îmzekirin û dersên kurdî wê dest pê bikin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîpp Erdogan bi aqayeke fermî eşkera kir ku wê ji vir û şûnde li dibistanan bi kurdî dersa bijarte bê dayîn. Malbatên ku bixwazin, wê bikaribin zarokên xwe bişînin dersên kurdî. Ev du sal in di vê çarçoveyê de li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, Alparslana Mûşê, Dêrsimê, Colemêrgê û Çewlikê gavên ji bo dersên kurdî hatibûn avêtin. Zanîngeha Dîcleyê jî serî li Saziya Bilind a Hîndekariyê (YOK) da û xwest Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî erê bike. YOKê ev daxwaza zanîngehê pejirand. Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Aslan Bîlîcî, derbarê beşa nûvekirî û planên xwe yên pêşerojê de pirsên Rûdawê bersivandin.

‘Vekirina vê beşê kurdî pêdiviyek e’

Ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî we serî li YOKê da. Armanca we ya avakirina vê beşê çi ye?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Ez jî Kurd im. Ji Wêranşara Rihayê me. Ez daxwaz û hêviyên herêmê ji nêz ve dizanim. Rektora me jî ji Diyarbekirê ye. Vekirina vê beşê pêdiviyek e. Di demên dawî de li ser perwerdehiya kurdî, perwerdehiya zikmakî gellek pêşveçûn hene. Em ji van pêşveçûnan gellekî kêfxweş in. Lewre tirkî çawa zimanek be, îngilîzî, fransî çawa ziman bin, kurdî jî zimanekî wisa ye. Ji bo jiyandina vî zimanî, ji bo hînkirina rêzimana kurdî û fêmkirina cihê edebiyata kurdî, me xwest em gaveke wisa bavêjin. Polîtîkayên demên dawî yên hikûmetê jî em di vî warî de wêrek kirin.

‘Lê ji bo kurdî hêj li Tirkiyeyê kesên ku bikaribin lîsans û doktorayê bidin tine ne’

We berê jî dest bi kursên kurdî kiribû. Ev kurs amadekariya rojên wiha bû?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Hikûmet di vî warî de bi polîtîkayên xwe me teşwîq dike. Ev du sal in em li zanîngehê kursên bi kurdî didin. Me îsal zazakî jî li vê kursê zêde kir. Her wiha me Navenda Zimanên Dijîn ava kir. Me got ev têr nake. Divê perwerdehiya ziman muheqeq bi awayeke akademîk bê dayîn. Hûn dikarin pirr bi hêsanî kursan vekin, ji bo kursan mamosteyan peyda bikin, lê ji bo ku hûn bikaribin xwendekaran bigihînin, divê mamosteyên we di vê qadê de doktora kiribin. Heke mamosteyên ku di vê qadê de doktora kiribin tine bin, hûn nikarin xwendekaran bigrin. Ji bo doktorayê jî hûn neçar in kesên doçend, profesor bibînin. Li Tirkiyeyê em îro di gellek waran de dikarin lîsansa bilind bidin, doktora bidin. Lê ji bo kurdî hêj li Tirkiyeyê kesên ku bikaribin lîsans û doktorayê bidin tine ne. Doktorên me yên ziman û wêjeya kurdî tine ne.

‘Ez çûm Hewlêrê, çûm serdana Zanîngeha Selahedîn û Zanîngeha Dihokê’

Hûn ê van mamosteyên pisporên kurdî ji kû peyda bikin?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Me di vî warî de lêkolîneke berfireh kir. Ji bo vê yekê çûm Hewlêrê, çûm serdana Zanîngeha Selahedîn û Zanîngeha Dihokê. Li Dihokê bi rektor û rêveberên zanîngehê re axivîm. Ew jî germ nêzik bûn. Lê pirsgirêkeke wiha heye; em li vir alfabeya latînî, ew jî li wir alfabeya erebî bi kar tînin. Em heman alfabeyan bi kar nayînin. Piştre em hîn bûn ku 75 sal in li Fransayê, li Zanîngeha Sorbonnê Beşa Kurdolojiyê heye û perwerdehiya bi kurdî tê dayîn. Em bi serokê beşa kurdî ya Sorbonnê re axivîn. Ew jî hate serdana zanîngeha me. Jixwe wî jî zanîngeha me qedandiye. Ji Qoserê ye.

‘Mamosteyên me wê biçin li Sorbonnê perwerdehiya xwe ya hewce dike temam bikin û vegerin li vê derê û dest bi dersên kurdî bikin’

Behsa hêja Îbrahîm Seydo Aydogan dikî?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Belê belê, behsa Îbrahîm Seydo beg dikim. Em pirr kêfxweş bûn. Ew jî li ser kurdî dixebite, ji bo pêşvebirina ziman û wêjeya kurdî di nava hewldanan de ye. Wî cesareteke baş da me. Me niha pê re protokol îmze kiriye. Bi wan re Protokola Zanîngeha Hekariyê jî heye. Em dixwazin ji bo gihandina xwendekaran kesên doktora kirine bigihînin. Piştre jî em ê akademîsyen, alîkar doçend, profesoran li Zanîngeha Sorbonnê bigihînin û li vir bi cih bikin. Mamosteyên me wê biçin li wê derê perwerdehiya xwe ya hewce dike temam bikin û vegerin li vê derê û dest bi dersên kurdî bikin. Piştre em ê jî weke hemû zimanên din, di beşa kurdî de jî bernameyên lîsansa bilind û bernameyên di ser lîsansê re vekin. Zanîngehên Mûş, Mêrdîn, Hekarî jî di nava hewldanan de ne. Dem wê bê, em ê wan hemûyan bikin yek û bi awayekî xurtir perwerdehiya ziman û wêjeya kurdî bidin.

Hûn ê kengî dest bi wergirtina xwendekaran bikin?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Me niha Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vekir. Li zanîngeha me mamosteyên me yên kurd ên pisporên zimanên din hene. Ev mamosteyên me di asta alîkar doçendan de ne. Em ê wan bişînin Sorbonnê û wê li wir doktora xwe li ser kurdî bikin. Di dema Perwerdehî û Hîndekariya 2013-2014ê de em ê dest bi wergirtina xwendekaran bikin.

We biryara dersa bijarte ya kurdî jî dabû. Hûn ê kengî dest bi dersa bijarte bikin?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Me biryar girt em di fakûlteyên perwerdehî û tipê de dersên bijarte yên kurdî bidin. Sala pêşiya me, her xwendekarek ku bixwaze dersa ziman û wêjeya kurdî werbigre, wê bikaribe tercîha xwe bike. Ya rast bi awayeke fiîlî me dest bi vê yekê kiriye jî.

Hûn ê bi kîjan zaravayî perwerdehiyê bidin?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Ez doktorekî kurd im. Mamosteyê vî karî nîn im. Me bi Zanîngeha Sorbonnê re li ser vê yekê li hev kiriye. Li gorî bername û agahiyên ku ji Sorbonnê bên, em ê di senatoya xwe de biryarekê bigrin û dest bi perwerdehiyê bikin. Em ê zaravayên din ên kurdî jî lêkolîn bikin. Li ser zaravayan jî weke hûn dizanin li Tirkiyeyê nîqaş hene. Lê biryara zarava û meseleyên din divê kesên pispor bidin.

Geklek wêjevanên kurd ku xwe di qada xwe de îspat kirine hene. Gelo hûn ê van wêjevanan weke wanebêj (lektor) li zanîngehê bi cih bikin an na?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Piştî ku mamosteyên me yên bingehîn peyda bûn, em ê bikaribin van kesan jî bi hin awayan binirxînin. Lê ji ber ku şertên wanebêjiyê cuda ne û sînor hene, em neçar in li gorî van pîvanên hatine diyarkirin, tevbigerin. Lê mirov dikare di kurs, panel, semîner û sempozyûman de ji van kesan sûd werbigre.

Xwendekarên ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî biqedînin, wê li kû bên wezîfedarkirin?

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî: Helbet ji wan kesan re dîtina kar ne karê me ye. Ew karê hikûmet, maliye û wezareta perwerdehiyê ye. Lê bi raya min ji îro û pê de wê gellek pêdivî bi van kesan hebe. Dikarin van kesan li dibistanan di dersên bijarte de bi cih bikin, binirxînin. Qet tiştekî nebe jî ev xwendekarên me wê bikaribin di televîzyonên kurdî de kar bikin.

Prof. Dr. Aslan Bîlîcî kî ye?

Di sala 1962yê de li Wêranşara Rihayê hate dinyayê. Dibistana Amadeyî li Îzmîrê qedand. Di sala 1984ê de Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Ataturkê qedand. Li hin nexweşxaneyan bijîşkî kir. Di sala 1988ê de li Beşa Radyolojiyê ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dest bi xwendekariya pisporiyê kir. Piştî ku ev beş kuta kir, di heman beşê de weke alîkar doçend xebitî. Di sala 2004ê de bû profesor. Ji bo ku tecrûbeyên xwe yên vê qadê bilind bike, bi tevahî 7 mehan li Kanadayê ma. Di beşa radyolojiyê de ji 100î zêdetir xebatên wî yên neteweyî û navneteweyî hene. Aslan Bîlîcî ji sala 2008ê ve li Zanîngeha Dîcleyê weke Alîkarê Rektor dixebite. Bîlîcî zewicî ye û bavê 4 zarokan e.

Hevpeyvîn: Maşallah Dekak - Rûdaw

Diğer Haberler