Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
’Projeya Me Ya Çareseriyê Xweseriya Demokratîk e’

'Projeya Me Ya Çareseriyê Xweseriya Demokratîk e'

20 Ağustos 2010 Cuma 14:18
Abdullah Ocalan ku roja çarşemê li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtina hefteyê pêk anî, mijarên di rojevê de jî nirxandin.
Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, di hevdîtina hefteyî ya bi parêzerên xwe re got, "Xweseriya demokratîk projeya kurdan a çareseriyê ye".

Abdullah Ocalan ku roja çarşemê li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtina hefteyê pêk anî, mijarên di rojevê de jî nirxandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ocalan derbarê xweseriya demokratîk de daxuyaniyên kitekit da. Ocalan ku projeya xweseriya demorkatîk wekî projeya kurdan a çareseriyê bi nav kir, got ku hêlên cuda yên vê projeyê hene û ji bo van wiha got:

* Aliyê Siyasî: Kongreyeke gel dê hebe. Ev kongre dê kongreya civakî ya demokratîk be. Dê rêveberiyeke vê kongreyê hebe.

* Aliyê Hiqûqî: Ev statuya hiqûqî ya projeya xweseriya demokratîk îfade dike. Yanî ka ji hêla hiqûqî ve dê statuya wê çi be? Ev dê bê diyarkirin û di qanûn û Destûra Bingehîn de bê bicîkirin. Bi qanûnan dê çarçoveya xweseriya dmeokratîk bê diyarkirin.

* Aliyê Aborî: Ji bo neteweya demokratîk ku dê bê sazkirin, polîtîkayeke aborî jî hebe. Em dikarin pergala xwe ya aboriyê saz bikin.

* Aliyê Çandî: Aliyê çandî dê bi piranî têkildarî ziman, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, dîrok û hunerê de be. Ka têkiliya kurdî û tirkî ê çawa bibe, perwerdehiya bi zimanê zikmakî çawa dibe, polîtîkaya ziman a neteweya demokratîk dê çawa bibe, dibvê ev bên nîqaşkirin.

* Aliyê Parastina Xweser: Em dikarin ji vê re bibêjin aliyê ewlekariyê jî. Divê bê diyarkirin ka kurd dê çawa ji netewekujiyê rizgar bibin.ne tenê netewekujiya fîzîkî, ez qala netewekujiya çandî û hemû cureyên din dikim. Mînak, gelo dê di leşkeriyê de cî bigirin an na, ev dikarin bên nîqaşkirin.

* Aliyê Dîplomasiyê: Ev ê jî têkiliyên kurdan ên bi neteweyên din û civakên din re bigire dest. Bi welatên cîran û kurdên li parçeyên din re dê têkilî çêbe.

Abdullah Ocalan diyar kir ku divê kurd di vê miajrê de seferberiyê îlan bikin û got, "Divê kurd, BDP û KCD bi mijara Xweseriya Demokratîk re mijûl bibin. Divê proyeja Xweseriya Demokratîk şênber bikin. Rojeva kurdan a rastî ev e, divê ev be."

Ocalan bal kişand ser bûyerên li Dortyola Hatayê ku piştî 4 polîs hatin kuştin mal û kargehên kurdan rastî êrîşan hatin, û anî ziman ku li 30-40 deveran bûyerên provokasyonê hatine plankirin. Ocalan wiha got:

"Dikaribûn di bûyera Dortyolê de sêsed kes kuştibûna. Ev temamkirina qetlîama Sêwasê, qetlîama Mereşê ye. Pêkan e ku komployên li ser ronakbîran ên wekî kuştina Musa Anter pêk bên. Ev ceribandinên qetlîameke sergirtî ne. Di wê de bi ser neketin. Cudahiya vê bûyerê ji yên din ev e: Di bûyerên din de şensê biserketinê tune bû lê di bûyerên niha de şensê wan ê bi ser ketinê heye. Ji ber vê jî divê gelekî bi tedbîr û baldar bin."

AKnews

Diğer Haberler