Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
Projeya serxwebûna Kurdistanê amade ye!

Projeya serxwebûna Kurdistanê amade ye!

15 Mart 2017 Çarşamba 21:13
Sekreterê Giştî yê Berê yê Partiya Fezîlet Dr. Nedîm Cabirî li ser serxwebûna Kurdistanê projeyek amade kir.

Navenda Diyalogê ya Rafîdeyn di sala 2013an de li Necefê hate damezrandin.  Gelek akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr û navdar ên ji gelên cûr bi cûr, endamên vê navenda diyalogê ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 11ê Adara 2017ê de bi nûnerên Navenda Diyalogê re hevdîtin pêk anîbû û di civînê de li ser mijara siberoja Herêma Kurdistanê axivîbûn.

Nûnerên Navenda Diyalogê ya Rafîdeyn beriya vê hevdîtinê, bi serokomar û serokwezîrê Iraqê, serokê Parlementoya Iraqê, herwiha bi Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir û bi Serokê Hevpeymaniya Netewî ya Şîeyan Emar Hekîm re hatibûn ba he hev.

Berdevkê Navenda Diyalogê ya Rafîdeyn Dr. Muhemed Talib ji Rûdawê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînê de bal kişandiye ser du mijaran û got: “Barzanî li ser du mijaran sekinî. A yekem; stratejiya kûr a bi Bexdayê re. A duyem; sînor ne bi xwînê, bi diyalog û gotûbêjan tê kişandin.”

Dr. Muhemed Talib diyar kir, Mesûd Barzanî bi bîr aniye ku mafê kurdan heye ku li gor prensîbên Neteweyên Yekgirtî, biryara çarenûsa xwe, bi xwe nîşan bidin.

Berdevkê Navenda Diyalogê ya Rafîdeyn herwiha li ser pirsgirêkên di navbera rêveberiya Bexda û Herêma Kurdistanê de jî got: “Eger ev mijar bi awayekî cidî were axavtin, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dikarin bi rêya diyalogê çareser bikin.”

Dr. Muhemed Talib aşkera kir, ku ew dê hevdîtinên xwe berdewam bikin û peyama Herêma Kurdistanê, ewê bigihînin raya giştî û rayedarên Iraqê.

Sekreterê Giştî yê Berê yê Partiya Fezîlet Dr. Nedîm Cabirî ku ew jî beşdarî civînê bûbû, ji Rûdawê re diyar kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînê de wiha axiviye: “Mele Mistefa Barzanî ji bo Kurdistanê otonomî û ji bo Iraqê jî demokrasî xwestibû û diruşmên xwe bilind kiribû, lê Bexda girêdayî vê yekê nebû. Piştî sala 2003yê rayedarên Bexdayê li gor destûrê tevnegeriyan. Ji ber vê yekê hêviya me bi çarçoveya dewleta Iraqê nemaye û bi awayekî defakto jî Iraq dabeş bûye.”

Dr. Nedîm Cabirî jî diyar kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destnîşan kiriye, ew dê bi Bexdayê re rêkevtinê bikin û ne bi zordarî, bi awayekî aştiyane mijara serxwebûnê çareser bikin.

Herwiha Cabirî li ser ragihandina serxwebûna Kurdistanê helwesta xwe jî diyar kir û got: “Niha hevsoziyek li ser serxwebûna Kurdistanê  heye. Kurd jî weke gelên din, mafên wan heye ku xwedî dewleteke serbixwe bin.”

Dr. Nedîm Cabirî amaje bi wê yekê kir, ku ji bo serxwebûna Kurdistanê projeyek amade kiriye û got: “Di projeyê de em li ser hûrgiliyên Dewleta Kurdistanê sekinîn. Herwiha di projeyê de garantîpêdana dewletê û pêwendiyên wê yên bi Iraq û welatên din ên herêmê jî hene. Me ev mijar bi Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên re jî axivî. Siberoj ez dê hûrgiliyên projeyê aşkera bikim.”

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Şîrwan Waîlî jî di derbarê civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re  diyar kir: “Di civînê de her tişt bi awayekî aşkera hate axavtin. Cudabûn û siberoja piştî DAIŞê ya Herêma Kurdistanê hate bilêvkirin. Serok Barzanî hincetên veqetîna ji Iraqê behs kir.”

Mamosteyê Zanîngehê Ebdulkerîm Xesro ku yek ji beşdarên civînê bû, destnîşan kir: “Serok Barzanî bi awayekî aşkera diyar kir ku ji bilî serxwebûnê ti rêyeke din tine ye.”

Ebdulkerîm Xesro herwiha got: “Şanda Iraqê fêm kir ku mijara serxwebûnê cidî ye û weke ku hin kesan îdia dikin, ne propagandaya medyayê ye.

Rûdaw

Diğer Haberler